Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin 2021-03-29 13:58:47 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girava Îmraliyê girtî ye, Raziye Ozturk, Nevroz Uysal, Mazlûm Dînç û Îbrahîm Bîlmez, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tabaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.   HEVDÎTIN DI NIVÎ DE QÛT BÛ    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê 22 salin dibin tecrîdek girankiriye de ye, piştî hevdîtina telefonê ya 27’ê Nîsana 2020’an, herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan,  ragihandibû ku ev hevdîtin di nivî de qût bûye.