Gundên Geliyê Tiyarê hefteyeke bê ceyran in 2021-03-29 11:06:41 COLEMÊRG - Gundên li Geliyê Tiyarê yên di navbera Colemêrg û navçeya Çelê de ku tenê bi şertê “belgeya rûniştgehê” dikarin bikevinê, hefteyeke bê ceyran in.   Ji ber barîna barana zêde ya beriya hefteyekê rê û pirên herêma Geliyê Tiyarê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê rûxiyan. Ji ber barana zêde di heman demê de dîrekên ceyranê jî zirareke mezin dîtin. Ji ber rewşa derket holê hefteyeke ceyranê nadin gundên Guzereş, Tixûb, Tiyar û gundikên girêdayî wan.    Şêniyên van gundan yên tenê di navbera saetên 08.00-17.00’an de bi şertê “belgeya rûniştgehê” dikarin bikevin gundan, diyar kirin ku ji ber nebûna ceyranê têkiliya wan bi her derê re qût bûye. Şeniyan da zanîn  ku li gel rewşê ji rayedaran re ragihandine jî xetên ceyranê nehatine tamîrkirin.