Dostên Yildirim: Ji bo ziman û wêjeya kurdî xebat kir 2021-03-29 09:37:14 AMED –  Dostên Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku ji ber wefata wî xemginiya xwe anîn ziman, têkildarî xebatên wî yên ji bo kurdî ev tişt gotin: “Ji bo ziman û wêjeya kurdî xizmet kir û li pey xwe berheman hişt. Hemû nêrîna wî li ser wêje û çanda kurdî bû.”   Prof. Dr. Kadrî Yildirim, di 26’ê adarê de li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da û hezkiriyên xwe kir nav xemginiyeke mezin. Yildirim ku bi nasnameya xwe ya akademik, kurdî û siyasetmedar dihat nasîn, di 5’ê sibata 1959’an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû. Yildirim, dibistanên xwe yên seretayî û navîn li Amedê temam kiriye, perwerdeya xwe ya lisansa pêşîn li Dibistana Bilind a Perwerdeyê ya Sêrtê girtiye û di sala 1986’an de jî li Faqulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Haranê di Beşa Zanista Sereke ya Wêje û Zimanê Erebî de lisansa bilind kiriye.    PÊVAJOYA PERWERDEYA YILDIRIM   Di sala 1998’an de Yildirim, li heman zanîngeh û beşê doktoraya xwe kir û 13 salan Beşa Zanista Sereke mamostetî kir. Yildirim, piştre li Faqulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê bû Endamê Hîndekariyê, li Zanîngeha Artûklûyê bû Alîkarê Rektorê, li heman zanîngehê Midurtiya Enstîtiya Zimanên Dijîn kir, Koordînatoriya Beşa Zanîsta Sereke ya Çand û Zimanê Kurdî ya girêdayî enstîtiyê kir, li heman zanîngehê dekantiya damezrîner a Faqulteya Zanîstên Îlahiyatê jî kir.    XEBATÊN BI ZIMANAN   Di sala 2004’an de Yildirim, li Faqulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê bû doçentê alîkar, di sala 2010’an de jî weke profesör li zanîngehê xebatên xwe meşandin. 14 pirtûkên Yildirim ên li ser ziman, wêje û erdnîgarî yên bi kurdî, erebî, farisî hene. Ji ber van xebatên xwe yên zanistiyê Yildirim dihat nasîn û weke kesayetek girîng a kurd rêz digirt.   DOSTÊN WÎ VEGOTIN   Li gel xebatên xwe yên akademîk di demên dawîn de Yildirim bi nasnameya xwe ya siyasetmedariyê jî derket pêş. Di Hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de li Sêrtê di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de weke parlamenter hat hilbijartin. Di hilbijartinên ku di 1’ê mijdara heman salê de hatin dubarekirin de dîsa li heman bajarî hat hilbijartin.  Dostên Yildirim, Serokê Şaxa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Amedê Saîd Veroj û Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Nejdet Îpekyuz ji ajansa me re axivî û Yildirim vegotin.    ‘HEMÛ NÊRÎNA WÎ ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ BÛ’    Dîroknas û Nivîskar Saîd Veroj, diyar kir ku Yildirim demeke dirêj li ser ziman û wêjeya kurdî xebatan kiriye û di sala 2002’an de wî nas kiriye û wiha got: “Piştî nasîna me dostaniya me çêbû. Gelek caran em bi hev re xebitîn. Li Beşa Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê xebatên girîng kirin. Ji bo ziman û wêjeya kurdî xizmetên mezin kirin. Di gelek qadan de berhem li dû xwe hişt. Hemû nêrîna wî li ser wêje û çanda kurdî bû. Me mirovek hêja winda kir. Hêvî dikim ku nifşeya me nû wî bişoîne û mînak bigire. Di 20’ê adarê de em axivîn qala projeya xwe ya nû kir. 3 cîldên projeyê temam kiribû. Lê digot ku xebatên wî yên ji bo cîldên din didomin. Xebata wî li ser olên li Kurdistanê bûn. Hêvî dikim ku em tiştên li xwe hiştiye kom bikin û tiştên nû biafirînin. Yildirim piştî parlamenteriya xwe jî xebatên xwe yên ji bo ziman û wêjeya kurdî domand.”   ‘ODEYA WÎ BI PIRTÛKAN TÊJE BÛ’   Parlamenterê HDP’ê Nejdet Îpekyuz jî, da zanîn ku xebatên Yildirim ên li ser ziman li meclisê hî berdewam kirine û wiha got: “Odeya wî ya li meclisê bi pirtûkan têje bû. Tê gotin ku di wê odê de rojê 2 pirtûk dixwend. Timik hewl dida agahiyên ku hîn kirine ragihîne. Di têkiliyên xwe yên bi mirov re timik qala yekitî, hevgirtin, piştevaniyê dikir û ji bo civakê li ser girîngiya ziman û dîrokê radiwestiya. Ji bo me tevan windahiyeke mezin bû.”