Keyatî veguherîne buroyên îcrayê! 2021-03-29 09:00:50 AMED – Ji ber zêdebûna dosyayên îcrayê keyatiyên li Amedê nikarin bixebitin. Keyayê Taxa Bagcilarê Seyhmûs Sîrdenlî, diyar kir rexmî ku ewraqên 6 mehan ji holê rakiriye jî buroya wî dîsa ji dosyayan têje bûye.  Qrîza aborî û tengasiya aboriyê ya ji ber pandemiyê dibe sedem ku ji milyonan welatiyên deynê xwe nedane re dosyayên îcrayê bên şandin. Welatiyên ku ji ber pandemiyê zehmetî dikişinin helw didin barê xwe yê aboriyê bi deynan sivil bikin. Ji ber ku nikarin van deynê xwe jî nû ve razînin dibibe muxatabê dosyayên îcrayê. Li gorî daneyên gelek saziyan, dosyayên îcrayê li ber sala borî gelek zêde bûne. Li gorî ÛYAP’ê dosyayên îcrayê li gorî sala borî milyon û 674 hezar zêde bûne ûderketine 22 milyon û 160 hezar û 776’an.    Zêdebûna dosyayên îcrayê herî zêde li buroyên keyayan xuya dike. Postevanên ku navnîşanên xwediyên dosyayên îcrayê nabînin dosyayên wan datînin buroyên keyayan. Yek ji van buroyên ku herî şênber zêdebûna dosyayên îcrayê lê diyar in buroya Keyayê Taxa Bagcilarê ya navçeya Rezan a Amedê ye. Tax bi gelheya xwe ya 137 hezarî taxa herî mezin a Tirkiyeyê ye û ji bajaran mezintir e. Buroya Keya Şeyhmûs Şîrdenlî ji dosyayên îcrayê bûye û veguheriyaye daîreya îcrayê. Ev rewş dibe sedem ku keya nikarin bixebitin.    100 HEZAR EWRAQ KOM BÛNE   Keyayê Taxa Bagcilarê Şeyhmûs Şîrdenlî, diyar kir ku ewraqên ku di 6 mehan de kom bûne ji holê rakiriye û wiha got: “Lê li gel vê jî di zêdebûnê de qet guhertin çênebû û niha nêzî 10 hezar ewraq kom bûne. Piranî jî ewraqên îcrayê, biryarên dadgehan û cezayên trafîqê ne. Gelek welatî ji ewraqên xwe ne agahdar in. Em agahdarkirina welatiyan de zehmetî dikişinin. Bê rawestan em dixebitin. Îmze li ser îmzeyan davêjin. 13 postevan li taxê dixebitin. Dîtina ewraqekî bi hefteyan didome. Dema em nebînin jî bi welatiyan re tên hemberî hev. Divê sererastkirinekî bê kirin. Welatî mexdûr dibin.”   NÎŞANEYA XIZANIYÊ   Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Amedê Sûphî Îzol jî têkildarî mijarê diyar kir ku heman rewş li daîreyên îcrayê ku endamên wan dixebitin jî heye û ev tişt got: “Barê hevalên me jî gelek giran bûye. Bi pandemiyê re dosyayên îcrayê zêde bûne. Bi taybetî jî fatorayên telefon, ceyran, avê nayên razandin. Di encama vê de dosyayên îcrayê ki welatiyan re tên şandin. Ev jî nîşan dide ku bi pandemiyê re qrîza aborî çiqas kûr bûye. Di heman demê de ev nîşandina asta xizaniyê ye jî. Ev ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatê yên dema pandemiyê pêk hatin. Heke heta astekî fatore ji hêla dewletê ve bihatina razandin ango bihatine taloqkirin di zêdebûna dosyayên îcrayê de ev rewş dernediket holê.”.   MA / Cahît Ozbek