ROJEVA 29'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-29 09:00:09 * Dostên Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku ji ber wefata wî xemginiya xwe anîn ziman, têkildarî xebatên wî yên ji bo kurdî ev tişt gotin: “Ji bo ziman û wêjeya kurdî xizmeteke mezin kir û li pey berheman hişt. Hemû nêrîna wî li ser wêje û çanda kurdî bû.” * Jêrebihura ku dema Suleyman Elban ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Agiriyê hatibû kirin bi armanca sivêkkirina trafîqê hatibû çêkirin, li bajar bûye pirsgirêkeke mezin. Esnaf dibêjin ku ji ber jêrebihurê karê wan kêm bûye û dixwazin rojek zûtit jêrebihûr bê girtin.    * Parêzer Rabîa Ozgokçe, diyar kir ku vekişandina ji Peymana Stenbolê wêrekiyê dide faîlên tundiyê û ev tişt got: “Ez difikirim ku ev amadekariya hilbijartina pêşwaxt e. Ji bo ku sozê hilbijartinê bidin beşeke civakê dev ji maf û jiyana jinan ber didin. Ez vê xeternak dibînim.”   * Ji ber zêdebûna dosyayên îcrayê keyatiyên li Amedê nikarin bixebitin. Keyayê Taxa Bagcilarê Seyhmûs Sîrdenlî, diyar kir rexmî ku ewraqên 6 mehan ji holê rakiriye jî buroya wî dîsa ji dosyayan têje bûye.    *  Hunermend Kadîr Çat ku cara yekemîn di Newroza Amedê de derket ser dike, diyar kir ku li hemberî biryardariya gel mest bûye û got ku gel ji desthilatê re gotiye ku ew li vir in û çong naşikînin.   *  Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê nobeta “Edaletê” digire, diyar kir ku bi piştgiriya milyonan çalakiya xwe didomînin û ev tişt got: “Bêedaletî me aresteyî vir kir.”   * Danişîna 21'emîn doza derbarê windakirina 8 welatiyên li navçeya Kerboranê hatibû vekirin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê were lidarxistin. (10.00)   * Platforma Jinan a Edeneyê têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê wê daxuyanî bide. (15.00)   * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê li ber Edliya Rihayê di roja 21'emîn de berdewam bike.