Şik balyeyên pereyên ku tê angaştkirin ên şewirmendê AKP’î ye parve kir 2021-03-28 20:32:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Serbixwe Ahmet Şik, li ser hesabê xwe yê twîtterê dîmenekî ku balyeyên pereyan têde xwanê dikin parve kir û got ku kesê balyeyan girtiye xizm û şêwirmendê parlamenterê AKP’ê Ahmet Aydin e.     Di vê pêvajoya Serokkomkarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan ji bo derbaskirina qrîza aborî bang li gel dike ku zêr û dolarên xwe hûr bikin de piştî dîmenên bi şatafat ê xebatkarê buroya AKP’ê Kurşat Ayvatoglû dîmenekî din ê AKP’iyan derket holê. Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Ahmet Şik, li ser hesabê xwe yê twîtterê dîmenekî ku balyeyên euroyan têde xwanê dikin parve kir. Şik, di parvekirina xwe dibêje ku xwediyê balyeyên pereyan xizm û şêwirmendê parlamenterê AKP’ê yê Semsûrê Ahmet Aydin, Omer Işık û Mesût Oztûnç in. Di berdewamê de Şik, ev tişt got: “Hûn ê piştî çend rojan hûrguliyên çeteya şêwirmendan ku karsazekî ciwan çawa bi 33 milyon û 534 hezar û 270 TL’yan xapandine, bixwînin. Mafê şêwirmendên parlamenterên partiyên dine ku li meclisê serî hildin. Her wiha Şik, destnîşan kir ku Mesût Oztûnç jî şêwirmendê berê Afkan Ala ye.    PÊŞNIYARA LI SOYLÛ Şık, pêşniyar li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kir ku dîmenen lêkolîn bike û têkildarî mijarê ev parvekirin kir: “Suleyman Soylû ku digot mijarê siyasî dikin, dikare balyeyên pereyên di dîmena jêr de lêkolîn bike ku ji kî re çûne û di bedêila çi de hatiye razandin.”