Ayvatoglû yê AKP’î cardin hat binçavkirin 2021-03-28 13:46:16   ENQERE - Kurşat Ayvatoglû yê AKP’î yê ku duh serbest hatibû berdan, piştî ku îfadeyên kesên di dema tiryak bi kar dianî de li gel wî bûn hatin girtin, cardin hat binçavkrin.   Xebatkarê Buroya Navenda Giştî ya AKP’ê Hamza Kurşat Ayvatoglû ji ber bi karanîa tiryakê ku hatibû binçavkirin duh bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Kurşat Ayvatoglû îro bi fermana dozger cardin hat binçavkirin. Piştî ku îfadeyên kesên di dema tiryak kişandina Ayvatoglû ligel wî bûn hatin girtin, biryara binçavkirina wî hat dayîn.    GOTIBÛ ‘ŞEKIRÊ PUDRE YE’   Ayvatoglû, di îfadeya xwe de gotibû ku madeya bi kar aniye “şekirê pudre ye.” Hat hînbûn ku 2 kesên ligel Ayvatoglû hatibûn binçavkirin jî, gotine wan tiryak bi kar aniye û madeya tiryakê jî ji Ayvatoglû girtine.