PDK’ê rêya 53 gundên Biradost girt 2021-03-28 11:05:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi fermana hikûmeta Tirkiyeyê rêya 53 gundên herêma Biradost girt û qedexeya çûn û hatinê ragihand. Rayedarên PDK'ê ji şêniyên wan gundan re got ku her kesek biçe nava sînorê hatî diyarkirine, wê bibe hedefa balafirên şer ên Tirkiyeyê.    Ji berî çend rojên borî, hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi fermana hikûmeta Tirkiyeyê rêya 53 gundên Biradost a ser bi Hewlêrê girtin. Li gorî agahiyan, PDK’ê rê bi rokirina komên axê girtiye û hêzên pêşmergeyên girêdayî Fermandariya Helgurt li ser rêyan û dora gundan bi cih kirine. Çavkaniyan da zanîn ku PDK'ê heta niha riya hatinûçûna 53 gundên Biradost girtiye û çûn û hatina van gundan qedexe kirine. Hinek ji wan gundan ev in, Bêrkim, Deraw, Sinîn, Berbizin, Mêrgereş, Bêrkim û Navdaruk ên dikevin bajaroka Sîdekan a herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê.   Li gorî agahiyan, rayedarên Tirkiyeyê ji PDK’ê re ragihandiye ku welatiyên wan herêman hişyar bike ku her welatiyek ji berî ku biçin sînorê wan gundan, hêzên PDK’ê agahdar nekin, wê rasterast bibin hedefa balafirên şer. Girtina riya van gundan ji bo welatiyên li wan gundan sewalvaniyê û çandiyê dikin bûye pirsgirêk. Bi awayek azad nikarin serdana, rez û bexçeyê xwe bikin û sewalên xwe biçêrînin.