Lojmanên edliyeyê bûne lojmanên tiryakkêşan 2021-03-28 09:09:42   WAN - Li Wanê lojmanên edliyeyê ku 7 sal berê hatibûn çêkirin, niha bûne navenda tiryakkêşan.    Wezareta Dadê, di sala 2014'an de ji bo xebatkarên xwe li Taxa Suphanê ya navçeya Artemêtan a Wanê losman çêkiribûn û paşê dewrî Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr hatibûn kirin. Paşê jî hatibûn valakirin. Ev lojmanên ku ji 5 blokan û 130 daîreyan pêk tên, niha bûne navenda tiryakkêşan. Ji ber agirê hatine vêxistin dîwarên wan reş bûne û pace, derî û muslix nemane. Welatiyên ku li texma lojmanan dimînin, diyar kirin ku niha bûne lojmanên tiryakkêşan.    Bekîr Tûnali, diyar kir ku sûcdar dewlet e. Tûnali, bilêv kir ku her roj amûrên lojmanan tên dizîn û got: "Heger li vir 2 notirvan hebûna, belkî ev qasî zirar negihaşta wan. Her roj diz tên. Çi hebin dibin. Em newêrin tiştekî jî bibêjin. Her wiha tiryakkêş jî tên vira. Agir vêdixin. Zirar digihê me hemûya."    Adil Tînîç jî anî ziman ku çend caran serî li saziyên dewletê dane, lê belê kesî deng ji xwe neaniye. Tînîç, destnîşan kir ku gava gilî dikin, diz keviran davêjin malên wan û got: "Gava diz ketin avahiyê, çûm qeymeqamtiyê. Berê min dan edliyeyê. Çûm edliyeyê, gotin me dewrî saziya sîgorteyê kiriye. Çûm SSK'ê gotin, hê dewr negirtine."    Tînîç, anî ziman ku tiryakkêş di van avahiyan de dimînin û got: "Divê çareyekê bibînin. Bi vî awayî nabe. Bûne warê diz û tiryakkêşan. Ji ber ku tiştekî ku bidizin nemaye, vê carê stûnan dişikînin. Rayedar dibêjin ev der bêqîmet e. Lê zirar digihê me."    JI BO ZAROKÊN WAN TALÛKE YE    Feyrûz Tînîç jî diyar kir ku zarokên taxê diçin ser banê lojmanan û got: "Zarokên me ji kesên tên vira ditirsin. Şev nîvê şevê jî tên. Xera bikin ê çêtir be. Li vir ewleyiya tu kesî tune ye. Zarok diçin ser banê wan. Heger ji wir bikevin xwarê ê kî hesab bide?"    MA / Bariş Donmez