Birayê Aliçê berasteng ê hat kuştin: Ma ev edalet e? 2021-03-28 09:01:45 ÎZMÎR - Welatiyê biasteng Alpaslan Aliç li Konyayê hatibû kuştin. Dadgehê cezayê kujer kêm kiribû. Birayê Aliç Mûstafa Aliç, bertek nîşanî vê yekê da û doza edaletê kir.    Di 15'ê Cotmeha 2018'an de li navçeya Mevlana ya Konyayê welatiyê ji sedî 70 biastengAlpaslan Aliç ê 40 salî li depoya kargehekê bi çekê hatibû kuştin. Dadgehê jî pêşî 25 sal ceza li kujer birîbû, lê belê paşê cezayê wî kêm kiribû kiribû 14 sal û 2 meh. Birayê Aliç Mûstafa Aliç, pêvajoya darizandinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.    Bira Aliç, anî ziman ku di salên 1990'an de ji ber zext û zoriyan ji Mûşê koçî Konyayê kirine û ji ber ku li vir jî kar bi dest wan neketiye hin ji wan çûne Îzmîrê hin jê jî li Koyayê mane. Bira Aliç, da zanîn ku birayê wî Alpaslan Aliç gava zarok bûye hewale derbas kiriye û ji ber vê ji sedî 70 biasteng bûye.    CENAZEYÊ WÎ 15 ROJAN WINDA BÛ    Aliç, anî ziman ku di 30'yê Cotmeha 2018'an de midûriyeta polîsan telefonî wî kiriye ku birayê wî miriye û çawa pê hesiyane çûne Konyayê. Aliç got: "Cenazeyê birayê min zêdetirî 15 rojan li depoya lê hatiye kuştin hatiye sekinandin. Lewma xera bûbû. Kujer jî reviyabû. Piştî bêhn ji cesed tê cîran hayê polîsan pê dixin. Me xatir jî ji birayê xwe nexwest."    Bira Aliç, bal kişand ser pêvajoa darizandinê û got: "Me xwest bi sûcê 'kuştina hatiye sêwirandin û qesdî' bê cezakirin. Lê dadgehê bi sûcê 'kuştina bi qesdî' kujer Kahraman Balci darizand. Pir aşkere ye ku pêşî hazirî kiriye. Serê sibehê saet di 6'an de telefonî birayê min dike û wî tîne depoyê. Li gor îdiaya kujer, xwestiye meseleya di nav xwe de nîqaş bikin. Çawa digihê depoyê, bera paş stuyê wî dide. Di parastina xwe de dibêje, me dadaye hev du. Jixwe derba li paş stuyê birayê min nîşan dide ku danedane hev du. Ev qas delîl hene, lê kujer îdia kir ku 'xwe parastiye.'"    ‘EM EDALETÊ DIXWAZIN'    Aliç, diyar kir ku Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Konyayê 25 sal ceza li kujer Kahraman Balci biriye, lê belê Dadgeha Îstinafê ya Konyayê jî cezayê wî kêm kiriye, kiriye 14 sal û 2 mehe. Aliç nerazîbûna xwe ya ji bo vê anî ziman û got: "Tew me digo cezayê ewilî hatiye birîn hindik e, lê belê dadgeha îstinafê rabû cezayê wî kêm kir. Ma ev edalet e? Ma jiyana mirovan ev qasî erzan e?"    Aliç, destnîşan kir ku birayê wî ji ber ku astengdar bûye nikaribûye xwe biparêze û bang li Dadgeha Bilind kir: "Birayê min kuştiye û wî li wir hiştiye. Wer xuya ye nefikirîne ku dê bên girtin. Gotine çawa be bêxwedî ye. Heger li vî welatî edalet hebe, divê kesên ku birayê min kuştine bên cezakirin."    MA/ Sevda Aydin