Xwendekarên Bogazîçiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin 2021-03-27 15:51:39 STENBOL - Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ji bo hevalên wan di binçavan de werin berdan li Kadikoyê çalakî li dar xistin û gotin ew ê tevî zextan jî têkoşîna mezin bikin.   Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî rektorê qeyû Melîh Bûlû derdikevin, ji bo hevalên wan girtî û di binçavan de werin berdan li Meydana Îskeleyê ya Kadikoya Stenbolê daxuyanî dan çpameniyê û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî beşdarî çalakiya bi sedan xwendekar bû. Xwendekaran dirûşm berz kirin û xwestin zext bi dawî bibin û hevalên wan ên girtî û di binçavan de werin berdan.    ‘EM LI DIJÎ ÊRIŞAN BIBIN YEK’    Xwendekarên duh hatibûn binçavkirin û îro hatin berdan axivîn û destnîşan kirin ku îşkence li wan hatiye kirin û tevî îşkence û binçavkirinan jî wê têkoşîna xwe bidomînin. Xwendekaran anî ziman ku ew qeyûman ji bajarên Kurdistanê dinasin û bertek nîşanî hewldana girtina HDP’ê jî dan û xwestin her kes li dijî êrişan di têkoşîn û berxwedana hevpar de li cem hev cih bigire.    ‘EM Ê BERXWEDANA BIDOMÎNIN’    Piştî re li ser navê xwendekaran Xezal Bozkûrt daxuyanî da û destnîşan kir ku êrişên li ser berxwedana li dijî qeyûm berdewam dike û her roja diçe ew li dijî êrişan têkoşîna xwe mezin dikin. Bozkûrt da zanîn ku tevî hemû êrişan û zextan jî ew ê azadiya xwe bi dest bixin. Bozkûrt got wê berxwedana xwe mezintir bikin û li dijî êrişan banga têkoşîna hevpar kir.    Bozkûrt di dawiya daxuyaniyê de daxwazên xwendekaran rêz kir û destnîşan kir ku divê tavilê hevalên wan girtî û yên niha di binçavan de werin berdan.