‘Nobeta Edaletê’ ya Gergerlîoglû didome 2021-03-27 15:33:49 ENQERE - Seredanên “Nobeta Edaletê” ya Omer Farûk Gergerlîoglû yê parlementeriya wî hat xistin da destpêkirin berdewam dikin.    Nobeta Edaletê ya Omer Faruk Gergerlîoglu yê HDP'yî ku parlamenteriya wî hat betalkirin, li Navenda Giştî ya HDP'ê da destpêkirin di roja 11’an de didome. Serdanên ji bo piştgiriyê jî didomin. Hewldana 100 Salê, Platforma KHK’ê ya Bedlîsê, Şaxa ÎHD’ê ya Mereşê û gelek kesan serdana Gergerlîoglû kirin. Kesên serdana Gergerlîoglû kirin diyar kirin ku li rex têkoşîna wî ya edaletê ne û hestên xwe yên piştevaniyê ragihandin.    ‘JI BO HER KESÎ EM EDALETÊ DIXWAZIN’   Gergerlîoglû jî da zanîn ku ji raya giştî peyamên xurt digire û wiha axivî: “Em di berxwedanê de ne. Nobeta me rastî eleqeyeke mezin tê. Wisa xuya dike ku ez ê piştî hefteyeke din bikevim girtîgehê. Lê em ne ji bo nekevin girtîgehê, ji bo ku vê neheqiyê ragihînin, edalet ji civakê re were di nava hewldanê de ne. Em dixwazin edalet bibe xwesteka civakî û ji bo her kesî pêk were”   Serdanên çalakiya nobetê didomin.