Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin 2021-03-27 15:29:26 AMED - Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ê xwîn werivî ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest da bû, ji aliyê bi sedan kes ve hat definkirin.    Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ê berî 4 rojan li Amedê xwîn werivî ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest da bû, li Goristana Yenîkoy a Navçeya Rezanê bi merasîmekê hat definkirin. Malbata Yildirim, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê, parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, nivîskar û ziman zan jî di nav de bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.    POLÎSAN XWEST DEST DANÎN SER ALÊ   Girseyê piştî nimêja cenaze ya li mizgefta goristanê, cenazeyê Yildirim danîn ser milê xwe û heya wesayîta cenaze birin. Tabûta cenazeyê Yildirim bi ala Kurdistanê hat pêçandin. Polîsan berî kar û barê definkirinê, xwestin dest danin ser alê. Hezkiriyên Yildirim bertekek tund nîşanî vê helwesta polîsan dan û destûr nedan ku polîs dest danin ser alê.    CENAZE SPARTÎ AXÊ KIRIN,   Cenazeyê Yildirim, bi duayan hat definkirin. Siyasetmedar, nivîskar, ziman zan û welatiyan, piştî definkirina cenazeyê Yildirim, ji malbata Yildirim re sersaxî xwestin û dûre ji Goristana Yenîkoyê veqetiyan.