ÎHD: Em ji bo mafê jiyanê yê girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê 2021-03-27 15:08:28 STENBOL - Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a hefteya 470’emîn de, rewşa Necmettîn Ormanli ragihand. Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê  Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a hefteya 470’emîn, ji ber pêvajoya pandemiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftiyê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Necmettîn Ormanli yê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dimîne. Daxuyanî endama ÎHD’ê Yuksel Ûygûn xwend.    GEFAN LI MAFÊ JIYANA WAN DIXWIN   Ûygûn, destnîşan kir ku şewba vîrûsa koronayê (kovîd-19) tecrîda li girtîgehan girantir kiriye û wiha axivî: “Ji ber ji bo şewba vîrûsa koronayê bergirî baş nayên girtin, mafên jiyanê yê girtiyan di bin gefan de ye. Li gel zêdebûna pêketiyên şewba vîrûsa coronayê jî têkildarî plankirina derziyê ya girtiyan tu daxuyanî nehatin dayîn. Ev yek jî fikaran zêde dike. Bi taybetî jî fikra terkkirina mirinê ya girtiyên nexweş bi hêz dike.”   NEXWEŞÊ GIRAN   Ûygûn, rewşa girtiyê 70 salî Ormanli yê salek û sê mehin di girtîgehê de ye vegot û wiha axivî: “Hêj 6 sal û 3 meh cezayê hefsê yê Ormanli maye. Nexweşiya tansiyon, şekir, bronşit û nexweşiya dil pê re heye. Girêdayî helana hestî jî zehmetiyê dikişîne ku bi rê ve biçe.   BERSIVA TALOQKIRINA ÎNFAZÊ NÎNE   Ûygûn, anî ziman ku ji ber rewşa Ormanli ya her ku diçe giran dibe, divê rojê 3 caran biçe nexweşxaneyê û wiha got: “Ji ber nexweşiyên giran ên covîd-19 bûye sebeb du caran serlêdana taloqkirina înfazê çêbû lê hêj tu bersiv nehatine dayîn. Lawê wî diyar kir ku bavê wî tena serê xwe nikare bijî, girtîgeh nexweşiyên wî girantir dike û ji ber vê yekê xwest ku bavê wî bê berdan. Ji ber hêj bersiva serlêdanên taloqkirina înfazê ya parêzer kirin re tu bersiv nehatine dayîn, jiyana bavê wî dikeve xetereyê.”   EM RAYEDARAN VEDIXWÎNIN PEYWÎRÊ   Ûygûn, bi bîr xist ku parastina mafê jiyan û tenduristiyê yên girtiyên nexweş, astengdar, pîr û di koma rîskê de di bin berpirsyartiya dewletê de ye û wiha bi dawî kir: "Ji aliyê parastina mafên tenduristî û jiyanê ya girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê û raya giştî vedixwînin hestiyariyê.”