Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ a Metîn Goktepe hat dîtin 2021-03-27 14:15:34   STENBOL - Kesên 24’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe qezenckirin diyar bûn. Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr ku avetina helîkopterê ya du welatiyan ji raya giştî re ragihand hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ ya Metîn Goktepe hat dîtin.   Kesên 24'emîn Xelatên Rojnamegertiyê ya ji bo bîranîna nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe ku di 8’ê Çileya 1996’an de li Stenbolê gava nûçe dişopand hat kuştin, qezenckirin diyar bûn.    JI NÛÇEGIHANÊ ME RE XELATA TAYBET A JURIYÊ   Yek rojnamegerê ku layiqî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin jî nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Cemîl Ûgûr ê ku li Wanê avêtina du welatiyan a ji helîkopterê ji raya giştî re ragihand û hat girtine. Ji ber derbarê mijarê de nûçe berdewam kirin bi Cemîl Ûgûr re nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî, rojnameger Adnan Bîlen û Nazan Sala bi îdeaya “Li dijî dewletê çêkirina nûçeyên civakî” hatibûn girtin.   Xelat ji juriya Ceren Sozerî, Celal Başlangiç, Ferhat Çelîk, Guray Oz, Kûmrû Başer, Nazim Alpman, Ozlem Akarsû Çelîk û Sevda Karaca pêk dihat diyar kir.   XELAT WÊ 10’Ê NÎSANÊ BÊN DAYÎN   Wê xelat di 10’ê nîsanê de di rojbûna Metîn Goktepe de bên dayîn. Ji ber şewba vîrûsa koronayê par merasîma xelatan nehatibû li dar xistin, ji ber wê yekê wê xelatên par hatibûn qezenckirin jî di merasîma xelat a îsal de wê bên dayîn.