Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt 2021-03-27 12:18:44   ARTVÎN - Şandeya HDP’ê diyar kir ku ji bernameya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’ a li Artvînê hêz û moral girtin û dan zanîn ku wê seredanên xwe yên herema Behra Reş a “tekperestî” lê tê ferzkirin veguhêzin bajarên cuda.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî Amed, Wan, Îzmîr û Mêrsînê vê carê jî li navçeya Hopa ya Artvînê bernameya xwe ya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’ temam kir. Seredanên Şandeya ji Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar Garo Paylan, Parlementer Erol Katircioglû û ji rêveberên partiyê pêk dihat, di çarçoveya bernameya 2 rojan de li navçeyên Hopa û Kemalpaşayê yên Artvînê gelek rêxistinên sivîl ên civakî, odeyên pîşeyî, nûnertiyên karkeran û kargeh ziyaret kirin. Şandeya ku her cihê çûnê bi eleqeke mezin hatin pêşwazîkirin, tê payîn ku wê di rojên pêşiyên me de rapora derbarê pirsgirêkên bajar de amadekirin bibin rojeva Meclîsê. Navên ku di nava şandeyê de cih girtin, li Behra Reş bi tabloyeke çawa re rûbirû man û pirsgirêkên diqewimin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.   PAYLAN: ME HÊZ GIRT   Garo Paylan ê HDP’î diyar kir ku di rojeva desthilatê de “zilm” heye lê ew bi pirsgirêkên gel re mijûl dibin û anî ziman ku li her derê welat ziyaret dikin. Paylan da zanîn ku ji Behra Reş a herî dawî ziyaret kirin moral girtin û wiha got: “Ez roja yekşemê li Newroza Amedê bûm. Li wir gelê me qada Newrozê dagirt û xwedî li vîna xwe derket. Em bi govendan bi gelê xwe re hatin gel hev. Pişt re bi gelê Behrareş re me horon lîst. Behrareş hêz da me. Em ê bi hêza vir berdewam bikin."   FERZKIRINA YEKPEREST   Paylan, bal kişand ser erdnîgariya Behra Reş ku xwedî pir nasname û pir çand e û got “yekperestî” li wir tê ferzkirin û ji ber vê gelek êş hatine serê wê herêmê. Paylan destnîşan kir ku li dijî vî hişmediyê bi taybetî îtîrazeke Rojhilatê Behra Reş heye û wiha berdewam kir: “Ev hijmendiya yekperest bi me hemûyan da windakirin. Em difikirin ku Behrareş vê hişmendiya pir nasnameyî heq dike. Ev hişmendî di HDP’ê de heye. Me ev li Behrareş vegot û em fêm kirin. Rûyê mirovan keniya. Ji ber vê me dît ku divê bêtir li Behrareş bibin. Bihêlin bila ew bi girtina HDP’ê re mijûl bin. Me li vir dît ku HDP gel e.”   ‘EM PÊŞBIRYARAN DIŞKÎNIN’   Paylan diyar kir ku tê xwestin HDP li bajarên heremê bi sînor bikin û li dijî vê yekê bi gel re di nava dan û stendinê de ne e û vê pêşbiryarî şikandine. Paylan da zanîn ku welatiyên Behra Reşê ji wan re gotine “Em ji bo tiştên cuda difikirîn lê me dît ku hûn bi derdên me re derdnak bûn" û ragihand ku wê di rojê pêş de bi heremên cuda seredanên wan bidomin. Paylan destnîşan kir ku derdên Behra Reş û Mêrsînê, Amed û Wanê wek hev in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em difikirin ku di demekî nêz de hilbijartin û veguhertinek çêbibe. Em hêvî dikin ku veguhertineke demokratik pêk were. Em dixwazin li Tirkiyeyê bibin perçeyekî rêveberiyê. Em ji ber vê yekê derdên Tirkiyeyê qeyd dikin. Em ê pêşniyarên xwe yên çareseriyê û polîtîkayên xwe deynin holê.”   KATIRCIOGLÛ: EM BI DEWLEMENDDÎ JI HERÊMÊ VEDIQETIN    Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû jî diyar kir ku ew bi xwe jî ji Behra Reş e û ji ber ew bi zehmetiyên heremê dizanin lewma hatine serdana herêmê. Katircioglû anî ziman ku li gel hemû zehmetiyan tura heremê ew bi kelecan kirine û wiha axivî: “Min li vir sempatiya li hemberî partiya me dît. Ji ber pir nasnamebûnê li hemberî partiya me eleqeyeke girîng hebû. Dixwazin HDP’ê weke partiya kurd nîşan bidin. Lêbelê em ji pekhateya kesên li Tirkiyeyê mexdûriyetê dijîn û hîs dikin pêk tên. Wê demokrasiyeke pir nasnameyî çawa çêbibe? Wê demokrasiya heremî çawa bixebite? Em bersiva van pirsan digerin. Ji ber vê yekê em ji heremê bi dewlemendî vediqetin.”   WÊ HEVDÎTIN BIDOMIN   Katircioglû da zanîn ku welatiyan di seredanan de ji dil pirs ji wan dipirsîn û wiha got: “Wê ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ berdewam bikin. Em dixwazin hemû bajarên Tirkiyeyê bigerin. Ev seredanên yek carî nabin. Em têkiliyên xwe yên bajarên em çûnê berdewam dikin. Em pirsgirêkên li wan deran teqez dibin Meclîsê.”   TAKA: DESTPÊKEKE BAŞ BÛ   Endamê MYK’a HDP’ê Huseyîn Taka jî anî ziman ku pirsgirêkên gel li ser hev kombûne û wiha got: “Gel ev pirsgirêk ji me re parvekirin. Di encama xebatên xwe de me dît ku HDP di çarçoveya demokrasiya Tirkiyeyê de li cihekî çiqas girîng disekine. Li gel dorpêçkirina cidî ya herema Behrareş jî seredanên me dengekî xurt dan. Seredana ku me cara ewil pêkanî bû destpêkeke baş.” Taka diyar kir ku ew dixwazin van seredanan veguhêzin bajarên din ên Behra Reş jî û got: “Em bi peywîreke dîrokî re rûbirû ne. HDP’ê li Behrareş gelek pirsgirêk jiyan. Em bi zextan re rûbirû man. Lê di serdemeke ku girtina partiyê tê axaftin de ji bo xwedî derketina partiye ev seredan girîng bûn.”   MA / Tolga Guney