Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî 2021-03-27 09:57:42 ENQERE– Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwaza girtina HDP'ê diyar kir ku îqtîdar pêşeroja Tirkiyeyê tarî dike û wiha got: "Tu fêdeya tecrîdê ji bo Tirkiyeyê tune. Bi tecrîdê Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî. Dîsa bi daxwaza girtina HDP'ê pêşeroja Tirkiyeyê tarî dikin."  Piştî 11 mehan di 25'ê Adarê de Mehmet Ocalan li Edliyeya Rihayê bi telefonê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî. Lê piştî axaftina 4 deqiqeyan axaftina telefonê qut kirin û carek din destûr nedan ku bi telefonê bi axive. Dîsa serdozgeriya Komarê ya  Enqereyê der HDP'ê de îdeaneme amade kir û xwest HDP bê girtin. Der barê 687 rêveberên HDP'ê de heta 5 salan qedexeya tevlêbûna siyasetê xwest. Li ser vê yekê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) li HDP'ê doz vekir. Piştî daxwaza girtina HDP'ê û qutkirina telefonê ya li ser Ocalan duh pirsa "Li Îmraliyê çi dibe" zêde hat pirsîn. Têkildarî geşedanên dawî Cîgirê Hevserokê Giştî HDP'ê Tayîp Temel, ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.    'PÊDIVIYA GELÊ KURD Û TIRKIYE BI DIYALOG Û MUZAKEREYAN HEYE'    Temel, ewil tecrîdkirina Ocalan nirxand û wiha got: "Tercîd ne li gorî fêdeya Tirkiyeyê ye. Bi tecrîdkirina Ocalan re Tirkiyeyê davêjin bîrek bê bê binî. Tecrîd astengiya herî mezin a li pêş çareseriya  aştiyane û diyalogê ye. Hûn çawa binirxînin binirxînin bi her awayî tecrîda Îmraliyê ji bo vî welatî bîrek tarî û bê binî ye. Tecrîd, ji bo Tirkiyeyê destpêka pêvajoya şer, qeyran û aloziyê ye. Ji ber vê yekê pêdiviya gelê Kurd û Tirkiyeyê bi pêvajoya diyalog û aştiya civakî heye. Divê pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan bê çareserkirin. Nêzî 40 sal in ji ber pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin şer heye. Çareserî rêbaza diyalog û muzakereyê ye. Ne tecrîd e. Nasname, maf, heq û hiqûqa Kurdan nayê naskirin. Birêz Ocalan jî tîne ziman ku pêwist e pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan bê çareserkirin. Birêz Ocalan ji bo rêbazên çareseriyê gelek pêşniyar kirin. Gelek proje pêş xistin. Lê li dijî van pêşniyar û projeyên çareseriyê tecrîd giran kirin. Hevdîtinên li Îmraliyê rawestandin. Bi vê yekê hem şer zêde bû hem jî rageşî zêde bû. Li aliyê din bi milyonan kesên ku Birêz Ocalan wekî navnîşana çareseriyê dibînin jî tên tecrîdkirin. Gel ev daxwazên xwe li Qadên Newrozê dubare anîn ziman. Tenduristiya Ocalan bûye tenduristiya milyonan mirovan."     TEQEZ EV NE HEVDÎTIN E'   Temel, qutkirina telefona li ser Ocalan jî nirxand û wiha axivî: "Teqez mirov nikare vê axaftina bi telefoyê wekî axaftin û hevdîtinê qebûl bike. Ev ne hevdîtin e. Bi vê yekê dixwazin fikar, hêrs û daxwazên bi milyonan manîpule bikin. Ji bo manîpulekirin û şolîkirinê destûr dan ku bi telefonê bi axive û qut kirin. Her ku fikar û pirsên 'Li Îmraliyê çi debe? Çima hiqûqê naxin meriyetê? Çima parêzer nikarin biçin Îmraliyê? Çima têkiliya Ocalan a bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk re qut dikin?' zêde dibin, îqtîdar pir qurnaz nêzîk dibe. Telefon jî amûra vê rêbaza qurnaz e. Ji ber vê yekê axaftina bi telefonê teqez mirov nikare wekî hevdîtin qebûl bike. Ev ne hevdîtin e. Bi vê yekê fikar û hêrsa milyonan zêdetir bûye. Ji bo fikara milyonan manipule bike ev rêbaz pêş xistin. Ev rê û rêbaza kûrkirina tecrîdê ye. Bi qutkirina telefonê û axaftina bi rêbaza telefonê fikar bêtir mezin kirine. Divê teqez rayedar aşkere bikin ku çima telefon qut bûne. Lê hêj rayedaran der barê vê yekê de tu daxuyanî nedane. Ji bo me, hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan û ji bo gel ev teqez nayê qebûlkirin. Bi vê telefonê nîşan dide ku êdî hiqûq li Îmraliyê hatiye rawestandin. Rêbaza axaftina bi telefonê û qutkirina telefonê teqez li dijî hiqûqê ye. Her tiştên ji bo Birêz Ocalan tê kirin, li dijî heq û hiqûqê tê kirin. Li ser hesabê politîk tên kirin. Divê vê yekê terk bikin."    'GEL DI NEWROZÊ DE AŞKERE DAXWAZÊN HEVDÎTINA BI OCALAN RE ANÎ ZIMAN'    Tayip Temel, bal kişand ser peyamên di Newrozê de derketin pêş jî û wiha berdewam kir:" Gel di Newrozê de pir aşkere xwest ku agahiyê ji Îmraliyê bigirin. Gel aşkere azadiya Ocalan xwest. Diyar kir ku êdî tecrîd nayê qebkûlkirin. Bi vê telefonê xwest vê daxwazê manîpule bikin. Dixwazin wekî hevditin hatiye kirin nîşan bidin. Dixwazin bi vê rêbazê daxwaz û nerazibûnên gel bi vê yekê bitepisînin. Di telefonê de wekî Birêz Ocalan jî anî ziman ev rê û rêbazên hevdîtinê nayên qebûlkirin. Birêz Ocalan xwest hiqûq pêk bê. Xwest parêzer biçin Îmraliyê. Di vê kêliyê de telefon qut kirin. Ev fikarê bêtir zêde dike. Rê û rêbaza axaftina telefonê li dijî hiqûqê ye. Girtiyên din li malbatên xwe digerin û axaftin li malê tê kirin. Girtî li malbatên xwe digerin û di axivin. Lê ya Birêz Ocalan li Edliyeyê tê kirin. "    'DAXWAZA GIRTINA HDP’Ê BÊZARIYA ÎQTÎDARÊ YE'    Temel, li ser daxwaza girtina HDP'ê jî rawestiya û wiha got: "Daxwaza girtina HDP'ê teqez tengezarî û bêzariya îqtîdarê nîşan dide. Ev yek nîşan dide ku êdî nikare li hemberî siyaseta HDP'ê bi ser bikeve. Êdî felsefe û bîrdoziya HDP'ê heyvanê xwe girtiye. HDP nûnertiya gelê Kurd û hemû Tirkiyeyê dike. Pêkhateya nûnertiya hemû gelan e. Bi daxwaza girtina HDP'ê dixwazin daxwaza gelê Kurd ên azadiyê bitepisînin. HDP, teqez xwedî hêz e ku di pêşerojê de karibe Tirkiye bi rêve bibe. Xwedî paradigmaya ye. Ev paradîgmaya demokratîk e. Daxwaza girtinê êrîşa li dijî vê fikrê û paradîgmayê ye. Girtina HDP’ê ne ji bo pêşeroja aram û ronî ya  Tirkiyeyê ye. Dijberî vê yekê bi girtina HDP'ê dê pêşeroja Tirkiye tarî bikin û aramiyê tune bikin. Hewldana tunekirina hemû rê û rêbazên çareseriyê ye. Ev ji bo pêşeroja Tirkiyeyê pir talûke ye. Daxwaza girtina HDP'ê talûkeyek mezin e li pêşiya Tirkiyeyê. Dixwazin nasnameya Kurdan û hemû nasnameyên din li dervê siyaset û pergalê bihêlin. Hikûmetên berê jî ev yek beriya îqtîdara AKP-MHP'ê xistin meriyetê. Ev encamek çawa bi xwe re anî her kes vê yekê dizanin. Dixwazin Kurdan li derve bihêlin û rêbazên çareseriyê tune bikin. Dixwazin Kurdên li Rojhilata Navîn li ber xwe didin ji holê rakin. Vê yekê bi tecrîdkirina Birêz Ocalan pêk tînin. Ewil Birêz Ocalan tecrîd kirin û piştre li gelek navendên Rojhilata Navîn şer pêş xistin. Rojava dagir kirin. Bi dehan caran li Başûrê Kurdistanê operasyon li dar xistin. Dixwazin pirsgirêka Kurd bê bê muhatab bihêlin. Daxwaza girtina HDP’ê perçeyê vê yekê ye.    HDP muxalefetiyek bi wêrek û zelal dike. Li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê serî natewîne. Ji ber HDP li ber xwe dide êrîş dikin. Dixwazin ve berxwedanê bişkînin. Dixwazin muxalefetek bê HDP ava bikin. Naxwazin kes hesab ji politîkayên qeyûm, qesp û nerilêtiyê bipirsin. HDP xeta sêyemîn e. Ne mecbûrê du aliyan e. Partiyek alternatif e.    Li dijî vê yekê mirov dikare konferansa demokrasiyê ya berfireh pêk bîne. Mirov dikare forumên hiqûq û edaletê pêk bîne. Divê bê zanîn ku HDP tu carî ji giraniya xwe ya xweser tawîzan nade û dê rêya xwe berdewam bike.  HDP bawer dike ku ev doza girtinê ne hiqûqî û rewa ye. Bawer dike ku ev dozek siyasî ye. HDP dê bi parastinek qurt a hiqûqê bersîva vê yekê bide. Ne pêkan e ku HDP li dervê hevsengiya hilbijartinê bê hiştin. Ne pêkan e qad ji faşizmê û sazumankarên otoriter re bê hiştin. Gelek hilbijêrên HDP’ê û amadekariyên wê hene. Divê HDP neyê girtin. Ku bê girtin jî cemawerî û gelê me li dijî vê yekê bêdeng namîne. Amadekariyên HDP'ê hene. Ev ne tenê partiyek e. Ev tevgerek e. Ev fikrek e. Fikr û tevger nayê girtin. Niha em li ser alternatifan hûr dibin.    MA / Dîren Yurtsever – Selman Guzelyuz