Li jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin ceza birîn 2021-03-27 09:00:49 OSMANIYE – Li Osmaniyeyê jinên HDP'î 8'ê Adarê li avahiya partiyê pîroz kiribûn. Her wiha di dema pîrozbahiyê de polîsan li kodên wan ên HES'ê jî nêrîbûn, lê belê bi hinceta "mesafeya fizîkî" binpê kirine ceza li wan hatiye birîn.  Midûriyeta Polîsan a Osmaniyeyê, bi hinceta binpêkirina "mesafeya fizîkî" ceza li 35 kesan birî. Li Osmaniyeyê jinên HDP'î 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li avahiya partiyê pîroz kiribûn. Di dema pîrozbahiyê de polîsan li kodên wan ên HES'ê nêrîbûn, lê belê dîsa jî cezayê pereyî hatiye birîn.    Her wiha di 27'ê Mijdara 2020'an de jî li 45 kesên tevli daxuyaniya li ber avahiya partiyê bûbûn 141 hezar û 750 TL, di 29'ê Mijdarê de li 30 kesên li heman cihî tevli civîna gel bûbûn jî 90 hezar û 500 TL û di 11'ê Kanûnê de jî li 19 kesên ku çûbûn noterê 59 hezar û 850 TL ceza birîbû.    Rêvebira HDP'a Osmaniyeyê Leyla Gunana, anî ziman ku piştî her çalakiyê meqbûzên ceza ji wan re tên şandin.    Gunana, bilêv kir ku herî dawî ji bo çalakia 8'ê Adarê çûne midûriyeta polîsan û destûr stendine û 8'ê Adarê li avahiya partiyê pîroz kirine. Gunana, diyar kir ku di dema pîrozbahiyê de kodên wan ên HES'ê hatine kontrolkirin, lê belê cardin jî bi hinceta binpêkirina "mesafeya fizîkî" ceza li wan hatiye birîn. Gunana got: "Polîs, ji bo kes neyên partiyê û tevli çalakiya nebin, ceza dibirin. Çavê wan lê ye bi van cezayan me bitepisînin, lê dixafilin."    Gunana, destnîşan kir ku dê van pêkanînên bêhiqûqî qebûl nekin û got: "Ma ev pîvan tenê ji bo me jinên HDP'î derbasdar in? Kongreyên partiyên din heya ber dev tije ne, lê ranebin ceza li kesî nabirin. Qey mirov HDP'î be sûc e?"    MA / Hamdûllah Kesen