Nivîskar Adil Başaran hat girtin 2021-03-26 18:57:33   MÊRDÎN - Nivîskar Adil Başaran hat girtin.    Di 20'ê Adarê de li Mêrdînê di avêtina ser malan de rêvebirê HDP'a MÊrdînê Ahmet Eken, Nûnerê Odeya Endezyarên Nexşeyê yê Mêrdînê Abdulvahap Irmak, nivîskar Adil Başaran, Abdulvahap Sirdaş û Cîhan Arslan hatibûn binçavkirin. Cîhan Arslan, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hat berdan û her çar kesên din jî sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin. Her çar kes ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û daxuyaniyên çapemeniyê yên sala 2015-2019'an hatin tawanbarkirin û hat diyarkirin ku "şahidê nepen" îfade li ser wan daye.    Piştî lêpirsîna li dozgeriyê nivîskar Başaran bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar hat kirin. Kesên din jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgeriyê hatin kirin. Her sê kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Başaran jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.