TTB: Hejmara pêketiyan 3 milyonî derbas kir, bila berpirsyar îstîfa bikin 2021-03-26 15:16:33   ENQERE - Konseya Navendê ya TTB’ê ragihand ku li Tirkiyeyê pêketiyên vîrûsa koronayê ji 3 milyonan derbas kiriye û xwest ku Wezareta Tenduristiyê qebûl bike ku serneketine û berpirsyar îstîfa bikin.   Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) derbarê pêvajoya pandemiyê de bi awayekî online civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Konseya Navêndî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci di civînê de axivî. Fîncanci, diyar kir ku her roj mirinên ku bikarin bên astengkirin zêde dibin û anî ziman ku ev “cînayeta civakî” ye. Fîncanci, da zanîn ku gavên Desteya Zanist a Wezareta Tenduristiyê diavêjin ji şewbê re nabin bergirî û wezaret derbarê ne avêtina gavên pêwist de rexne kir.    ‘HEJMARA PÊKETIYAN SER 3 MILYONAN E’   Endamê Konseya Navendî yê TTB’ê Doç. Dr. Alî Îhsan Okten jî diyar kir ku tabloya şîn a her roj tê weşandin “tabloya reş e” û wiha got: “Her roj hejmara miriya zêde dibe, kedkar, bêkar, desteng û esnaf nexweş dibin û mirin. Di welatê me de hejmara pêketiyan derket ser 3 milyonan, kesên jiyana xwe ji dest dan jî 30 hezaran derbas bû. Lê em dizanin ku bi sed hezaran zêdetir mirî hene li welatê me. Em ji destpêkê û vir ve dibêjin daneyên tên dayîn ne rast in.”   DAXWAZ   Okten, da zanîn ku weke li Ewropayê li Tirkiyeyê jî hejmara pêketiyan zêde dibe û daxwazanên TTB'ê wiha rêz kir:    “* Divê bi paketên bergiriyên aborî û civakî piştevaniya welatiyên pirsgirêkên aborî dijîn, bê kirin.   * Di serî de ji mirovên xizan bila ji hemû gel re rûpoşên baş û bêheq, av û malzemeyên paqijiyê bêheq bên belavkirin.   * Bila hejmara pêketiyan û miriyan bê aşkera kirin. Li gel aşiyan bila agahiyên zelal ji civakê re bên dayîn.    * Bila biryarên lijneya zanistî bên aşkerakirin, biryarên bên girtin bila ji aliyê desthilatê bên sepandin, heke neyên sepandin jî bila lijneya zanistî nebe hevkarê vê yekê û rewşa xwe li ber çavan derbas bikin.   * Bila daxwazên xebatkarên tenduristiyê bên qebûlkirin, covîd-19 weke nexweşiya pîşeyî bê qebûlkirin.   *Di serî de KHK’yî bila di asta teker de xebatkarên tenduristiyê bên tayînkirin.”