Bûldan: Kesek nikare partiya bi milyonan bigire 2021-03-26 14:44:54 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a Komeleya Malacemê ya Maltepê ziyaret kir, da zanîn ku ne pêkane ku partiya bi milyonan kes bê girtin.   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, bi armanca piştevaniyê Komeleya Malacemê ya Maltepê ziyaret kir. Parlamenterên HDP’ê Fatma Kûrtûlan, Alî Kenanoglû û Zeynel Ozen, Endamê MYK’a Komîsyona Baweriyan Tûrgût Oker, Endamê Meclîsa Partiyê Nesîmî Aday û Hevserokê Stenbolê Erdal Avci bi Bûldan re tevgeriyan.    MIL BI MIL TÊKOŞÎN   Serokê komeleya Malacemê ya Maltepê Erdînç Yilmaz Bûldan û şandeya pê re pêşwazî kir. Bûldan li vê derê daxuyaniyek kurt da û bal kişand ser vekirina doza girtina partiya xwe. Bûldan, diyar kir ku bi milyonan kes dil dane partiya wan û got: “Ji ber vê yekê ne pêkane ku partiyek wiha bê girtin. Partiya me her tim mil daye milê gel û têkoşiya ye. Ji ber vê em girîngiyek mezin didin vê serdana xwe.”   Bûldan, dest nîşan kir ku divê hemû pêkhateyên kêmnetew ên li welat dijîn, têkoşînek hevpar bi rêve bibin û ev peyam da: “Tiştên ku Elewî dikin û tiştên ku Kurd dijîn, hemanin. Tu ferq tuneye. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, bi hev re mil bi mil têkoşîn dayîn, şerte.”    ‘EM BI HDP’Ê RE NE’   Serokê Komeleya Malacemê ya Maltepê Erdînç Yilmaz jî, ji bo serdanê spasiyên xwe pêşkêşî şandeya HDP’ê kir û bal kişand ser têkoşîna HDP’ê. Yilmaz, têkoşîna hevpar bi bîr xist û got, ew bi HDP’ê re ne.   Piştî axaftinan hevdîtinê li çapemeniyê girtî dewam kir.   Bûldan û şandeya pê re piştî hevdîtinê, wê Komeleya Koçgirî ya li Umraniyê ziyaret bikin.