Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin 2021-03-26 13:52:03 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girava Îmraliyê girtî ye, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu, ji bo ku roja duşemê bi muwekîlê xwe re hevdîtin oêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tabaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.    HEVDÎTIN DI NÎVÎ DE HAT BIRîN   Piştî 27’ê nîsana 2020’an cara duyemîn duh Mehmet Ocalan bi rêya telefonê bi kekê xwe re axivî. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtin di nivî de hatibû birîn.