HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin 2021-03-26 11:51:46   ENQERE - HDP'a ku doza girtinê lê hatiye vekirin, nîqaş dike ku heke were girtin, wê derbasî partiyeke mûxalîf bibe û li dijî desthilatê alternatîfa mûxalefeteke demokratîk bi afirîne.   Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), wê ser lêkolîna doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 31 adarê de bicive. AYM’ê wê îdeanameya ji 609 rûpelan pêk tê ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn amadekiriye û jê re şand ji aliyê ûsûlê lêkolîn bike û biryara qebûlkirin an neqebûlkirina îdîanameyê bide. Dema biryar were dayîn wê rapora raportorê AYM’ê ya têkildarî îdeanameyê berçav were girtin.   Heke AYM îdeanameyê qebûl bike wê îdeanameyê bi pêvekan ve teblîxî HDP’ê bike û ji bo parastinê ji partiyê dem bixwaze. Ji bo parastinê demekî diyar nîne lê li gorî teamûlan mehek wext heye. HDP pêwîstiyê pê bibîne wê bikare pêvedem daxwaz bike. Serdozgeriya Dadgeha Bilind ku partî dê parastina nivîskî pêşkeşî wê bike, di çarçoveya parastinê de wê mutaalayê amade bike.   HDP jî, piştî mutaalaya serdozgeriyê teblîxî partiyê hat kirin, dikare li AYM’ê parastina devkî bike. Li gorî qanûnê parastina devkî ya hevserok an jî partiyekê ku hevserok peywîrdar bike, dikare bike. Piştî ku parastina devkî hat kirin, AYM wê derbarê dosyayê de biryara dawî bide.   BIRYARA GIRTINÊ Û QEDEXEYA SIYASETÊ   Ji bo ku AYM biryara girtinê bide divê ji 15 dadgeran 10 jê bêjin “erê.” Heke ev biryar hat dayîn, AYM dikare qedexeya siyasetkirinê jî binirxîne. Heke biryara girtinê neyê dayîn, nirxandina qedexeya siyasetkirinê jî nayê nirxandin. Lê ji bo ji alikariya xezîneyê bê par bê hiştin 8 endamên AYM’ê bêjin “erê” têra dike.    TERKNEKIRINA MEWZIYÊN DEMOKRATÎK   HDP jî piştî ku zextên li ser partiyê zêde bûn, doza girtina partiyê û fezleke hatin rojevê derbarê serdema pêş de  dê “nexşerêyê” amade bike. Partiyê di vê çarçoveyê de weke armanc ewilî têkoşîna siyasî û hiqûqî danîne pêşiya xwe. Nîqaşên di nava partiyê de tên bi rêvebirin de fikra terknekirina mewziyên demokratîk ên hatin qezençkirin hakime. HDP'a ku armanc dike pêvajoyê bi gel, beşên civakî û hevkarên xwe yên têkoşînê re bibe, li dijî doza girtinê hema bêje amadekariyên xwe yên siyasî û hiqûqî temam kirine.    WÊ VEGERE DOZA ‘DARIZANDINA KESÊN DARIZÎNIN’   Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê li dijî vekirina doza girtina partiyê di nava amadekariyên berfireh de ye. Lê piştî nêrîna ku xebat werin berfirehkirin zêdetir derket pêş, biryara avakirina ‘navenda hiqûqê’ hat dayîn. Navenda hiqûqê ku ji profesorên makeqanûnê û hiqûqnasên di asta netewî û navnetewî tên nasîn pêk were, wê doza girtinê vegerîne têkoşîneke hiqûqî ya mezin.    HDP’iya vê pêvajoya ku amadekariyên wê tên kirin, weke “êriş û mudaxaleyeke siyasî” bi nav dike, li dijî vê bi têkoşîna siyasî re wê li ser rêgezên hiqûqî yên gerdûnî mafê xwe yê siyaseta demokratîk û hiqûqa hilbijêran biparêze. Bi vê armancê navenda hiqûqê ya were avakirin wê tam kapasîte bixebite û dozê vegerîne mecrayeke êrîşên ser siyaseta demokratik.   WÊ TÊKOŞÎNA SIYASÎ DERKEVE PÊŞ   Partî wê ji aliyê din vîna gel ku li Newrozê danî holê esas bigire û ji rêxistinên bajar û navçeyan dest pê bike têkoşîneke siyasî derxîne pêş. Bi vê armancê wê li gel civînên berfireh yên lijneyên rayedaran têkildarî alternatîfan bi gel re jî civîn bêne kirin û gel were agahdarkirin.   MÎNAKA DEP’Ê   Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, rayedarên HDP’ê nîqaş dikin ku heke partî were girtin derbasî partiyeke mûxalîf bibin û li dijî desthilatê alternatîfa mûxalefeteke demokratik bi afirînin. Li dijî konsepta desthilatê ya 94’ê HDP’ê dest bi lêkolînkirina mînakên DEP û SHP’ê kir. Ji bo vê jî stratejiya HDP’ê ya 31’ê adarê û bangên têkoşîna hevpar referans tên girtin.   TEKLÎFA REWŞENBÎRAN LI HDP’Ê KIRIYE   Bi vekirina doza girtina HDP’ê û xistina parlementerê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû piştevaniya partiyê zêdetir bûye. Gelek rewşenbîr, nivîskar, akademisyen û hunermendên tên nasîn li dijî gefa girtinê, ji bo partiya nû ya dixwazin di nav de cih bigirin xwestin daxwaznameyê bidin Wezareta Karên Hûndir. HDP, van daxwaz û vebijêrkan jî dinirxîne.   WÊ NEXŞERÊ BÊ AMADEKIRIN   Hemû vebijêrkên ku tên nîqaşkirin wê di civîna Meclîsa Jinan û Meclîsa partiyê ya di dawiya hefteyê di serokatiya Hevserokan de were nîqaşkirin û vegerînin nexşerêyekê.   MA / Dîren Yurtsever