Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan 2021-03-26 11:20:00 AMED - 2 kesên bi sûcdariya kuştina Selahattîn Ozkahraman û keça wî Sûriye Ozkahraman dihat darizandin, hatin berdan.    Li navçeya Çêrmûg a Amedê, di dema hilbijartina mûxtariyê de, Selahattîn Ozkahraman û keça wî Sûriye Ozkahraman hatibûn kuştin. 2’yemîn danişîna doza derbarê 3 jê girtî 7 kesan de hatibû vekirin, li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bersûcên firarî Emre û Engîn Yalçin, bersûcên girtî Remzî, Hayrettîn û Ferît Yalçin, bersûcên ne girtî Şeyhmûs Yalçin û Bîrgul Menteş bi sûcdariya “kuştina bi zanebûn” tên darizandin. Bersûcên girtî Ferît, Hayrettîn û Remzî Yalçin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Bersûcan sûcdariyên li ser xwe red kirin û îdîa kirin ku bav û keça xwe bi çekên wan nehatine kuştin.    MUTALAYA DOZGERIYÊ   Dozger di mutalaya da de, xwest ku girtina bersûcan dewam bike. Bersûcan, îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û daxwaza berdana xwe kirin.    2 BERSÛC HATIN BERDAN     Dadgehê, biryar da ku bersûc Emre û Engîn Yalçin ên derbarê wan de fermana girtine heye, bên girtin û girtina bersûc Remzî Yalçin dewam bike. Dadgehê di heman demê de, biryara berdana bersûcên girtî Ferît Yalçin û Hayrettîn Yalçin da.    Dûre danişîn hat taloqkirin.