Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir 2021-03-26 11:08:50 RIHA - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku duh bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku ew vê hevdîtinê qebûl nake û got: “Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind bi şertên tecrîda girankirî re rûbirû ye. Ocalan herî dawî di 27’ê Nîsana 2020’an de cara yekem bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Piştî 27’ê Nîsanê duh jî Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê hevdîtinek pir kin pêk anî. Mehmet Ocalan diyar kir ku di kêliya hevdîtinê de telefon hatiye qûtkirin. Her wiha Hamîlî Yildirim ê li gel Ocalan dimîne jî hevdîtinek kurt kir û telefona wî jî hatiye qûtkirin. Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî yên li gel Ocalan dimînin bi helwesta protestokirina tecrîdê hevdîtinê red kirin.    Mehmet Ocalan hevdîtina li gel kekê xwe Abdullah Ocalan ji ajansa me Mezopotamya (MA) re parve kir.      MEHMET OCALAN BI TENÊ LI DOEYÊ BÛ    Mehmet Ocalan diyar kir ku kesek ku xwe wek Midurê Girtîgeha Îmraliyê daye nasîn di 24’ê adarê de saet di 18.00’an de lê geriyaye û wiha got: “Ji min re gotin divê roja 25’ê adarê saet di 13.45’an de biçî Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û bi birayê xwe re hevdîtinê bikî. Ez serê sibê çûm Rihayê û di wê saetê de jî çûm Edliya Rihayê. Rayedarên wir jî haya wan ji hevdîtinê hebûn. Piştî 10 deqîqeyan min birin qata jêrê û li odeya ku tenê xebatkarek hebû. Ji min re gotin tu yê li vê odeyê bi kekê xwe re hevdîtinê bikî.”    ABDULLAH OCALAN: PIR TALÛKE HEYE    Mehmet Ocalan anî ziman ku telefon lêdaye û bi vekirinê re kekê wî Ocalan jê ev pirs kirine: “Tu çawa hatiyî vir? Kî te aniye? Çawa çêbû? Tu ji ku digerî?” Mehmet Ocalan derbarê hevdîtinê de axaftina xwe domand: “Kekê min got ‘Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; Ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştek rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe.’ Serok dubare dubare got ‘Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev ne tiştek hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”    ‘BILA KES JI BO MIN NEMIRE’    Mehmet Ocalan destnîşan kir ku armanca hatina wî ya hevdîtinê jî yek jê ew bûye ku ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan berdewam dikin e û wiha got: “Serok got ‘Ez naxwazim kes ji bo min di greva birçîbûnê de û di zindanan de bimire. Min viya berê jî gotibû, niha dîsa dibêjim. Ne hewceyî vê yekê ye jî. Ev tiştek gelek giran e. Divê hûn viya li ber çavan bigirin.’ Em nêzî 4-5 deqîqeyan axivîn. Dengek pir zirav bû. Ez bawerim dengê Serok bû. Serok ji min re got ‘Êv hevdîtinek pir şaş e. Ev ne hevdîtin e.’ Piştî wisa got telefon qût bû.”    TELEFON QÛT BÛ    Mehmet Ocalan destnîşan kir ku li ser qûtbûna telefonê ji rayedarên li wir amade bûne re rewşê ragihandiye û wan jî xwestiye ew bisekine û wiha domand: “Pişt re telefonek din jî hat. Yê geriya kesek din bû. Ji min re got divê tu bisekinî û divê ez wir neterikînim. Nêzî 10-15 deqîqeyan sekinîm. Pişt re min got telefon nayê. Min ji rayedarên wir re jî ragihand. Pişt re ji min re gotin ku hevdîtin qediyaye.”    BANG LI KONSEYA EWROPAYÊ KIR    Mehmet Ocalan bang hem li dewletê kir hem jî li her kesê xwedî bi wijdan kir û wiha got: “Tiştên diqewimin qet nayê qebûlkirin. Di zindanê de mafê însanek ên demokratîk û yasayî hene. Li gorî yasayên Tirkiyê ji 15 rojan carek mafê me yê hevdîtinê heye. Me di telefonê de hevdîtin kir. Ew jî 4-5 deqîqe berdewam dike. Her hefte mafê hevdîtina parêzeran heye. Salek e hevdîtin nehatine kirin. Ev li kîjan devera cîhanê heye? Me rûbirû hevdîtin nekiriye. Ev antîdemokratîk e. Ev li gorî hiqûqa tirk jî nayê qebûlkirin. Em ji vir carek din bangî CPT, Konseya Ewropa, parêzvanên mafê mirovan, rewşenbîr, însanên demokrat dikin. Divê tavilê ev pirsgirêk were çareserkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê ev yek nebe rewşek pêkenokî. Heke em welatiyê vir bin, mafê me jî yê yasayî û demokratîk heye. Em dixwazin ev mafên me werin nasîn.”    ‘DIVÊ PIR NEYÊ HILWEŞANDIN’    Mehmet Ocalan anî ziman ku tiştên diqewimin êdî nayê birêvebirin û gotinên xwe bi dawî kir: “Berpirsiyar kesên Serok radestî Tirkiyê kirine jî heye. Ez bang li wan jî dikim. Divê tavilê malbat û parêzer dikaribin biçin hevdîtinê. Bi hezaran însan di greva birçîbûnê de ye. Ev 22 sal in dewlet Serok di girtîgehê de radigire. Hevdîtina 4-5 deqîqeyan pêkenok e. Serok di navbera gelan de pirek e. Mafê tu kesî nîne ku vê pire hilweşîne.”    MA / Bariş Polat - Lezgîn Tekay