Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe 2021-03-26 09:01:37 ANTALYA - Di nexşeya xetereyê de ewilî rengê Antalyayê torincî bû, lê ji nişka ve sor bû. Seroka Odeya Bijîşkan a Antalyayê Prof. Dr. Nûrsel Şahîn, hejmara zêdebûna pêketiyan nirxand û got: "Dane zelal nayên parvekirin û testan kem dikin."  Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên şebwa Covîd-19'ê cardin teql li xwe xistin û her diçe zêde dibe. Yek ji van bajarên ku hejmara pêketiyan zêde dibe jî Antalya ye. Li gor nexşeya xetereyê ya Wezareta Tenduristiyê, rêjeya Antalyayê ji sedî 24.02 zêde bûye.    Seroka Odeya Bijîşkan a Antalyayê Prof. Dr. Nûrsel Şahîn, rewşa bajêr a di warê şewba Covîd-19'ê de nirxand.    ‘HEJMARA TESTAN KÊM E'    Şahîn, destnîşan kir ku ji roja roj de daneyên pandemiyê bi awayekî zelal nayên parvekirin û got: "Gava nexweşîn kêm dibe hejmara testan jî kêm dibe. Niha jî hejmara testan kêm e, lê belê li gor 2-3 meh berê hejmara nexweşên me di navbera ji sedî 10-30'yî de zêde bûne. Barê nexweşxaneyên me ne zêde ye, lê belê li gor texmîna me ev rêje 9-10 qatê yên fermî ne."    TÊKOŞÎN   Şahîn, bibîr xist ku di meha Adarê de ji ber helwesta siyasetê û rewşa aborî hin tevdîr hatine betalkirin û pêvajoya asayîbûnê dest p kiriye û got: "Şewba Covîd-19', nexweşîna mirovên xebatkar e. Yanî em dibînin ku karaktereke çînî derketiye holê. Diviyabû tevdîr li gor vê bihatana girtin. Lê belê ne li gor tenduristiya civakê, ji bo hin komên berjewendîparêz yanî li gor sermayeyê tevdîr baş nehatin girtin. Em dibînin ku şewb bi tevdîrên şexsî û têkoşîneke şexsî nayê kontrolkirin. Ji bo vê teqez divê otorîteya tenduristiyê û navendî hin tevdîran bigire."    DERZÎKIRIN    Şahîn got: "Divê şert û mercên xebatê bên sistkirin, divê barê veguhaztina giştî bê kêmkirin, divê ekîpmana parastin ya şexsî baş bê peydakirin. Ev, tenê divê ne li malê û kuçeyan, di heman demê de divê li qada karî jî bê kirin. Divê hejmara testan bê zêdekirin û derzîkirinê bi awayekî zû bê kirin. Tenê ne li nexweşxaneyan, divê li qadê jî têkoşînek hebe li dijî vê şewbê."    MA / Omer Akin