Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje 2021-03-25 20:54:56     ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku li navçeya Cizîrê jina bi navê Elvan Yuce hewl daye xwe bikuje.    Hat îdiakirin ku duh danê êvarê li Kolana Nûrûllahê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Elvan Yuce ya 26 salî xwe ji şaneşîna malê avêtiye û hewl daye xwe bikuje. Piştî ku kesên li derdorê pê hesiyane, bi ambulansê ew rakirine nexweşxaneyê. Lê ji ber ku rewşa wê giran bûye, wê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê rakirine Amedê.    Nehat zanîn bê Yuce ji ber çi xwe ji şaneşînê avêtiye, lê belê hat diyarkirin ku Yuce 15 roj berê zewiciye.