Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn 2021-03-25 18:06:01   RIHA – Mehmet Ocalan ku bı telefonê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî, got: "Hevdîtin hat sabotekirin. Fikarên me zêde bûn."    Mehmet Ocalan, îro li Edliyeya Rihayê bi telefonê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî. Di dema hevdîtinê de telefon qut bû.    Mehmet Ocalan, têkildarî hevdîtin bi rêya telefonê bi ajansa me re axivî. Bira Ocalan, destnîşan kir ku hevdîtin hatiye sabotekirin û ji ber vê fikarên wan zde bûne.    ‘HAT SABOTEKIRIN'    Mehmet Ocalan got: "Ma hevdîtin û 4-5 deqeyan be? Tiştekî baş ku mirov bibêej tune ye. Me nikaribû biaxive. Fikarên me zêde bûn."