Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin 2021-03-25 16:22:33   ENQERE - Rêxistinên ked û pîşeyî, banga piştevaniyê ji bo meşa KESK’ê ya ji Stenbolê ber bi Enqerê ve da destpêkirin, kirin.    Rêxistinên ked û pîşeyî, ji bo piştevaniya meşa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya bi dirûşemeya “Mafê xwe yê xebatê-karê xwe dixwazim” ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve da destpêkirin, li Navenda Giştî ya konfederasyonê civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana civîn lê hat lidarxistin pankarta “Mafê xwe yê xebatê-karê xwe dixwazim” hat daliqandin. Di daxuyaniyê de Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê Cemal Erdogan axivî.   Erdogan destnîşan kir ku meşa wan ji bo demokrasî û edaletê ye û wiha got: “Meşa me ji bo pêkhatina aştî, wekhevî û azadiyê ye. Ji bo mafê me yê xebatê ye. Ji bo em bejin ‘em dest ji Peymana Stenbolê bernadine’, ji bo KESK’iyên bê hiqûqî hatin îxraçkirine,  ji bo kedkarên cemaweriyê îadeyî karê wan bên kirin û komisyona Rewşa Awarte (OHAL) bê betalkirine. Li dijî bê exlakiya bi hezaran karkeran di bin navê Kod-29’ê de hatin avêtin, piştevanî û têkoşîna yekitiya karker û kedkarane.”