Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin 2021-03-25 15:01:43   EDENE - Li Ceyhanê, jina bi navê Îslîm Ahmet a ji Sûriyeyê, li zeviyê mirî hat dîtin.    Li Taxa Yalak a girêdayî navçeya Ceyhan a Edeneyê, cenazeyê jinan bi navê Îslîm Ahmet li zeviyekê hat dîtin. Kesên cenaze dîtin agahî dan ekîbên tenduristiyê û cendirmenan. Ekîbên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku canaze aîdê jina bi eslê xwe ji Sûriyeyê Îslîm Ahmet e. Cenazeyê Îslîm piştî lêkoşîna ewil, ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.    Hat diyarkirin ku eskeran, derbarê bûyerê de kesek binçav kirin û lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike.