‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’ 2021-03-25 12:35:55 RIHA - Nobeta “Edaletê” ya malbata Şenyaşar di roja 17’emîn de ye. Malbata Şenyaşar, diyar kir ku ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin.    Parêzer û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di sala 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, Haci Esvet û zarokên wî Celal û Adil Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du zarokên xwe winda kirin bi kurê xwe Ferîrt Şenyaşar re bi daxwaza “Edaletê” li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya nobetê kirin. Çalakiya dayik û kurê wê di roja 17’emîn de dewam dike.   Malbata Şenyar di saetên serê sibê de hat ber avahiya deliye û dest bi çalakiya xwe kir. Malbatê bi dawîzên “Li nexweşxaneya dewletê ya Pirsûdê sûçê mirovahiyê hat kirin. Em li edaletê digerin. Nobeta me ya edaletê di roja 17’emîn de ye”, “Em bi malbatî hatin qetilkirin. Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye, dozê venakin” û “Li nexweşxaneya dewletê li ber çavên min hevjîn û zarokên min qetilkirin. Ez edaletê dixwazim” daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.    Ferît Şenyaşar derbarê qetlîamû dosyeya dozê agahdariyan dike. Li ber deriyê dadgehê dema ku polîsan xwestin wêneyên malbata Şenyaşar bigirin, Emîne Şenyaşar nerazîbûn nîşanî polîsan da û got “Herin wêneyê kujeran bigirin.”   Emîne Şenyaşar li ber baranê nobeta xwe ya edaletê didomîne.