Li Enqereyê hevdîtina ‘Heq, Edalet û Wijdanê’ 2021-03-25 10:56:35   ENQERE - HDP, di çarçoveya kampanyaya “Destpêkê Edalet” de wê bi alimên olî re bê gel hev.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanyaya “Destpêkê Edalet” de wê bi alimên olî re bê gel hev. Dirûşmeya hevdîtina li Enqereyê di otelekê de pêk tê weke “Heq, Edalat û Wijdan” hat diyarkirin. Di hevdîtina ku ji hemû bajarên Tirkiyeyê alimên olî tevli bibin de wê “Îslam û edalet” were axaftin. Di eywana ku hevdîtin lê pêk were de bi kurdî, erebî û tirkî afîşên “Em ji bo Heq, Edalet û Wijdanê tên gel hev” hatin daliqandin. Di hevdîtinê de wê axaftina vekirinê Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari bike. Pişt re wê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan biaxive. Piştî axaftina Bûldanê wê hevdîtin ji çapemeniyê re girtî weke forûmê berdewam bike.”