Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane 2021-03-25 09:51:07 ŞIRNEX - Di 21'ê Adarê de Caner Sak ê 16 salî û Yusuf Ata yê 14 salî, dema ku pez diçêrandin, pêl mayinê kirin û jiyana xwe ji dest dan. Malbatên wan qala bûyerê kirin û anîn ziman ku ew nizanin zarokên wan bi çi awayî jiyana xwe ji dest dan û gotin:" Pêl mayînê kirin, yan mayin di destê wan de teqiyaye em nizanin."   Li herêma Botanê, heta niha ji ber mayînên ku nehatine îmhakirin, gelek kesên di nav de zarok jî heyî, jiyana xwe ji dest dane.Herî dawî di 21'ê Adarê de li mezreya Yekmaller a navçeya Qilebanê ya Şirnexê zarokê bi navê Yûsûf Ata yê 14 salî û Caner Sak ê 16 salî dema ku sewalên xwe diçêrandin pêl mayinê kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Gundiyan ragihandin ku heta niha bi dehan bûyerên wiha çêbûne û gotin ku ji ber mayînên ku nehatine îmhakirin jiyana wan di xeterê de ye. Malbatên Sak û Ata derbarê bûyerê de axivîn.     'NEHIŞTIN EZ KURÊ XWE BIBÎNIM'   Dayîka Caner Sak ê 16 salî Naîme Sak qala bûyerê kir û wiha vegot: "Kurê min xwendekar bû. Îsal nû derbasî lîseyê bû. Roja yekşemê got ku ez ê biçim pez biçerînim. Li malê taştê xwar û bi hevalê we Yusuf re çûn ber pez. Dema ku got ez ê biçim mîn jî tiştek negot. Çimkî gundî hemû diçûn wê herêmê yan seyran dikirin û yan jî pezê xwe diçerandin. Em debara xwe li ser sewalkariyê dikin. Ji ber wê em her tim pezê xwe dibin wê herêmê diçerînin. Roja yekşemê piştî ku Caner çû çend seatan şûnde li gund bû hawar. Gotin piştî qereqolê teqîn çêbûye. Piştî ku ev agahî ji me re hat em jî bi hawara wan çûn. Me xwest ku em cenazeyê wan bibînin. Lê nehiştin û bi lez û bez cenaze bi helîkopterê rakirin nexweşxaneya Şirnexê. Nehiştin ku ez kurê xwe bibînim. Dewletê tiştek ji me re neragihand. Em nizanin ka çawa jiyana xwe ji dest dane. Pêl mayînê kirin, yan mayin di destê wan de teqiyaye em nizanin. Heta niha tu tiştek jî ji me re nehatiye gotin. Kezeba me şewitî bila kezeba tu dayîkên din neşewite."   'EM NIZANIN BI ÇI AWAYÎ JIYANA XWE JI DEST DANE'   Dapîra Yusuf Ata, Qazê Ata jî anî ziman ku Yusuf çûbû seyranê û got ew nizanin van herdû zarokan çawa jiyana xwe ji dest dayed û wiha got: " Yusuf serê sibehê rabû û got ku ez ê biçim seyranê. Em nizanin top lê ketiye, yan pêlî mayînê kirine, yan di destê wan de teqiyaye. Em nizanin ku van herdû zarokan bi çi awayî jiyana xwe ji dest da. Ev herêm hemû agir e. Mirov nikare gavek biavêje. Seyrana xwe kirine, xwarina xwe xwarine û pişt re ev bûyer hatiye serê wan. Me ne birînên wan dîtin, me ne cenazeyên wan dîtine me tu tiştê wan nedît. Nehiştine ku em biçin ser cenzaeyê wan jî. Hîn ku cenaze nîşanî me nedan cenaze bi helîkopterê birin Şirnexê. Em çûne Şirnexê jî cenaze nîşanî me nedan. Neviyê min nîşanî me nedan. Dilê me şewitandin."   MA / Zeynep Durgut