Dixwazin girtî bikin sîxûr 2021-03-25 09:17:40 AMED - Girtî Kemal Huseyîn ê li 2'emîn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê, diyar kir ku 3 kesên xwe wekî endamê îstîxbaratê nas kirine ji wî xwestine ku bibe sîxur.    Li Tirkiyeyê hem li derve û hem li girtigehan heta niha li gelek welatiyan daxwaza sîxuriyê hat ferzkirin. Ferzkirina daxwaza sîxuriyê ya li ser welatiyan hêj didome. Niha jî endamên îstîxbaratê li 2'emîn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê li girtî Kemal Huseyin zextan dikin ku bibe bîxur. Welatiyên ku nabin sîxur jî bi gef û tundiya polîs û eskeran re rû bi rû dimînin. Kemal Huseyîn ku li 2'emîn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê girtî ye, bi rêya malbata xwe anî ziman ku zorê li wî dikin ku bibe sîxur. Huseyîn, diyar kir ku gardiyanan bang li wî kirine ku dê bi midûrê girtîgehê re hevdîtin bike û wiha got: "Ez ji kawişê derxistim û birim odeyekê. Li wê odeyê 3 kesên xwe wekî endamên îstîxbaratê pênase kirin ji min xwest ku ez bibim sîxur. 3 kesan gotin 'Tu bibe alîkarê me em ê jî bibin alîkarê te' û xwest ez bibim sîxur."    Kemal Huseyîn di sala 2005'an de li Geliyê Cehenemê di şer de birîndar bû û hat girtin. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê Huseyîn de doz vekir. Di sala 2009'an de doza Kemal Huseyîn bi encam bû. Dadgehê cezayê muebetê li Kemal Husyîn birî.    Kemal Huseyîn bi rêya malbatê anî ziman ku li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kiriye.