'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e' 2021-03-25 09:11:54   ANTALYA - Serokê Baroya Antalyayê Polat Balkan, diyar kir ku îqtidar ji bo xwe li ber dilê hin cemaet û terîqatan şîrîn bike dev ji Peymana Stenbolê berdaye û got: "Ev biryar, ragihandina devjêberdana ji demokrasî, dewleta hiqûqê û mafên mirovan e."    Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, şev nîvê şevekê bi biryarnameyekê îmzeya Tirkiyeyê ya li bin Peymana Stenbolê betal kir. Piştî vê gelek baroyan serî li Şûraya Dewletê da. Yek ji van baroyan jî Baroya Antalyayê ye. Serokê Baroya Antalyayê Polat Balkan, geşedanên di vî warî de nirxandin.    Balkan, anî ziman ku 21 sal in parêzer e, lê belê heya niha leqayî biryareke wisa bêhiqûqî nehatiye. Balkan, bilêv kir ku her roj bi bêhiqûqîtiyeke nû re şiyar dibin.    Balkan, bibîr xist ku Peymana Stenbolê, peymaneke mafên mirovan a navneteweyî ye û got: "Ev peyman, peymaneke derbarê maf û azadiyên sereke de ye. Li Tirkiyeyê jî li parlementoyê bi yekdengî hat qebûlkirin. Ji çaxa meşrûtiyetê heya niha, yek ji destkeftiya herî mezin ev peyman e." Balkan, anî ziman ku peyman hin peywirên pozîtîf li dewletê jî bar dike, lê belê îdareyên cemaweriyê xwe pir nedane ber pêkanîna vê peymanê.    ‘JI BO TERÎQATAN'    Balkan, destnîşan kir ku peyman bi awayekî ku nayê ravekirin hatiye betalkirin û got: "Biryara vekişînê ya serokomarî peymanê ji meriyetê ranake. Ji ber berpirsiyariyên dewletê yên di warê peymanê de, divê pêşî ragihîne Sekreteriya Xwecihî ya Konseya Ewropayê. Lewma peyman hîn jî di meriyetê de ye. Ê ev biryar di warê hiqûqî û di warê navneteweyî de bibe sedema hin mueyideyan. Ev tê wateya ragihandina devjêberdana ji demokrasî, dewleta hiqûqê û mafên mirovan e."    Balkan, diyar kir ku ev biryar nîşan dide ku îqtidar li ber hin terîqat û cemaetan serî tewandiye û got: "Xema wan a sereke ev e. Ji lew re krîza aborî, krîzeke pir kûr e. Em di pêvajoyeke werê de ne ku dibe teqînine sosyolojîk çêbibin. Berpirsiyarê vê jî îqtidara siyasî ye. Her diçe piştgiriya gel kêm dibe. Ji bo pêşî li ber vê bigire û ji bo xwe li ber dilê hin cemaet û terîqatên ku ji roja roj de li dijî peymanê ne, xweş bike û rayên wan bigire, gaveke bi vî rengî avêt."    SERÎ LI ŞÛRAYA DEWLETÊ DAN    Balkan, destnîşan kir ku dê ev tim di rojeva baroya wan de be û got: "Ji ber ku biryara serokomar di warê hiqûqî de bêhukm e me serî li Şûraya Dewletê da. Heger Şûraya Dewletê îtiraza me qebûl bike, ê wê bişîne Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM)."    MA / Omer Akin