10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere 2021-03-25 09:08:38   WAN - 10 sal berê hatibû gotin ku Siyamek Derbazî jiyana xwe ji dest daye. Wê demê rayedaran ji malbatê re gotiye "di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest daye", lê belê bêyî ku malbat cenazeyê wî bibîne hatiye definkirin. Birayê wî Saman Derbazî yê ûrmiyeyî, ji bo aqûbeta birayê xwe serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê da.    Siyamek Derbazî, di sala 2011'an de ji bo biçe Îtalyayê ji Îranê berê xwe dabû Tirkiyeyê. Lê belê mehek bi şûn de ji malbatê re tê gotin ku Derbazî û 3 kesên din di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dane û cenazeyê wî li Tebrîzê hatiye definkirin. Lê ji ber ku cenaze rê malbatê nehatiye dayîn, hin guman li malbatê peyda bûne û malbat ji bo cihê gora wî hîn bibe serî li hin saziyan dide. Lê belê di van serlêdanan de tiştek bi dest malbatê nakeve. Piştî ku girtiyekî li girtîgeheke Herêma Kurdistana Federe dibêje wî Derbazî li girtîgehê dîtiye, malbat cardin tevdigere. Niha jî malbat ji bo aqûbeta Derbazî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê daye.    CENAZE NEDÎTIN    Bira Saman Derbazî, diyar kir ku 10 sal in ji bo aqûbeta birayê xwe tu derî nemane lê nexistine. Derbazî, bilêv kir ku piştî ku birayê wî derbasî Yûnanîstanê bûye û ji wir ber bi Îtalyayê ve bi rê ketiye, ji wan re hatiye gotin ku di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest daye. Derbazî, anî ziman ku ji wan re hatiye gotin ku piştî ku cenazeyê wî hatiye Îranê li bajarê Tebrîzê hatiye definkirin û got: "Lê me cenaze nedît. Ne destûr dan min ne jî dan dê û bavên min."    Derbazî, bilêv kir ku kesekî Îranî ku li Iraqê sûcekî edlî kiriye û hatiye girtin û paşê hatiye berdan, xwe gihandine wan û ji wan re gotiye wî Siyamek dîtiye û piştî vê xeberê hêvî li wan peyda bûye û got: "Gotiye, min Siyamek li wir dîtiye û çûye cem wî. Piştî vê birayê min û apê min çûn Iraqê. Li 2-3 girtîgehan geriyan. Gotin, li girtîgehekê yekî dişibiya wî dîtine, lê nehiştine wî pê re biaxivin."    TESTA DNA'YÊ    Derbazî, bilêv kir ku paşê li Îranê serî li hin saziyan dane, lê belê dîsa jî tiştek bi dest wan neketiye û bawer nakin ku birayê wî miribe. Derbazî xwest aqûbeta birayê wî zelal bibe û ji bo vê doza testa DNA'yê kir. Derbazî got: "Lê qanûna li Îranê nahêle ev yek bê kirin. Bêyî testek jî bê kirin birayê min defin kirine. Lê ew birayê min e ne birayê min ne, nizanim. Heger birayê min sax be, dixwazim zanibim bê li ku ye û çi dike. Piştî xebera mirinê bavê min jiyana xwe ji dest da. Dêya min jî pir nexweş e. Bi şev xew bi çavan nakeve. Lewma min serî li ÎHD'ê da. Dixwazim birayê xwe bibînim. Heger miribe jî em cenazeyê wî dixwazin."