Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn 2021-03-25 09:08:10   AMED - Heya niha di ser 100'î re girtî ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê sewqî girtîgehên jimare 1 û 2'yan hatine kirin. Hat hînbûn ku di dema sewqkirinê de îdaeya girtîgehê dest daniye ser amûrên girtiyan û 11 roj cezayê hucreyê li wan biriye.    Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê girtî tên sewqkirin. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari ku parlementeriya wî hat betalkirin jî di nav de 34 grtî ji Girtîgeha Tîpa D'yê sewqî girtîgehên jimare 1 û 2'yan ên di heman kampusê de hatine kirin. Hat diyarkirin ku di meha Adarê de jî di ser 100'î re girtî sewqî heman girtîgehan hatine kirin û di dema sewqkirinê de îdareya girtîgehê dest daniye ser amûrên girtiyan û di bin navê lêpirsîna dîsîplînê de cezayê hucreyê li wan biriye.    ‘DEST DANÎN SER AMÛRÊN ME'    Ramazan Işik, anî ziman ku kurê wî Veysî Mîran Işik du hefte berê ji Girtîgeha Tîpa D'yê sewqî girtîgeha jimare 1'ê hatiye kirin û du roj berê jî çûye cem kurê xwe û kurê wî gotiye: "Dest danîn ser hemû amûrên girtiyan û nadin."    Bav Işik, diyar kir ku ji xeynî çend kincan pirtûk, lênûsk, pênûs, rojname, nîşe û kincên din ên girtiyan nedane wan û got: "Tahdê li girtiyan dikin. A rast gava em çûn girtîgehê, tahde li me jî hat kirin. Girtî divê li gor qanûnên dewletê bên parastin, lê belê berevajî vê tahd eli wan tê kirin."    11 CEZAYÊ HUCREYÊ    Işik destnîşan kir ku bi hinceta "berzkirina dirûşmeyan, axaftina bi dengekî bilind, pirtûkên qedexe hwd." 11 roj cezayê hucreyê li gelek girtiyan hatiye birîn û li serşok û tualetên girtîgehê jî kamera hatine bicihkirin.    Işik got: "Jixwe pirî caran daxwazên girtiyan nayên qebûlkirin. Divê rayedarên girtîgehê dev ji vê helwestê berdin. Divê li gor hiqûqê tevbigerin. Daxwaza me ew e ku ev tahde bi dawî bibe."