146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-03-24 19:42:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 29 hezar û 762 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 146 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 29 hezar û 762 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 30 hezar û 462 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 3 milyon û 91 hezar û 282.