Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’ 2021-03-24 10:26:08   ENQERE – Di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” de Wê HDP  bi oldaran re bê gel hev. Di hevdîtina ku bi dûrişmeya “Heq, edalet û wijdan” pêk were de dê îslam û edalet bê axaftin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” de bi oldaran re tê gel hev. Wê hevdîtin di 25’ê adarê de bi dûrişmeya “Heq, edalet û wijdan” li oteleke Enqerê pêk were. Ji tevahiya bajarên Tirkiyeyê oldar tevlî hevdîtinê bibin û li ser îslam û edalet bê axaftin.    WÊ EDALETA ÎSLAMÎ BÊ AXAFTIN   Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP’ê ya ji Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar Tûlay Hatimogûllari, têkildarî hevdîtina ku pêk bînin axivî û diyar kir ku îro ji her demê zêdetir pêwistî bi heq, edalet û wijdan heye. Hatimogûllari, da zanîn ku di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” de demeke dirêj e xebatên xwe didomînin û bi gelek derdoran re hatine gel hev û wiha got: “Em bi gel û baweriyên cuda re hatin gel hev. Wê di vê hevdîtina me de jî bi derdorên îslamî re hevdîtin bê kirin. Em ê edaleta îslamê biaxivin.”   ‘BÊEDALETIYÊ LI BAWERIYAN FERZ DIKIN’   Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha domand: “Desthilata AKP’ê ku îslamiyet, dîn û îmanê ji devê xwe naxîne, di rastiyê de bêedaletiyeke mezin li gel, bawerî, bindest û kesên keda wan tê xwarin ferz dike. AKP û hevparên xwe, tenê ji bo xwe heq, edalet û wijdan dixwazin. Bêedaletiya ku pêk tînin qet û qet ne li gorî îslam û felsefeya îslamê ye. Desthilat hemû nirxên îslamê li ser dijberên xwe weke şûrê Demokles bi kar tîne.”   WEKHEVÎ Û XWIŞK Û BIRATÎ   Di berdewamê de Hatîmogûllari, bi lêv kir ku ew dixwazin hemû gel û bawerî di nav wekhevî, aştî û xwişk û biratiyê de bijîn û ev tişt anîn ziman: “Em partiyek ku ji bo vê têkoşîna civakî û siyasî dimeşînin. Li gorî me sergirtin tiştekî ku jin li gorî kevneşopiya xwe bi kar tînine. Em qet naxwazin sergirtin veguhere nîqaşên dema avakirina welat. Wê demê di bin navê “moderntiyê” de bi awayekî siyasî ji bo rakirinê bi sergirtinê re mijûl dibûn. Lê AKP berovajiyê vê dike. AKP û şirîkên xwe li gorî xwe nirxên îslamê diparêzin.”   ‘PÊWISTIYA CIVAKÊ EDALET E’   Di dawiya axaftina xwe de Hatimogûllari, ev tişt gotin: “Armanca me ya herî girîng a vê hevdîtinê nîqaşkirina pêwîstiya civakê edaletê ye. Lewre di bin gelek pirsgirêkên civakî de bêedaletî heye. Bêedaletî li vî welatî cihê heq û hiqûqê girtî ye. Em li vî welatî ji bo herkesi edaletê dixwazin. Ji bo ku edalet ji bo herkesi pêk were em van hevdîtinan dikin.”   MA / Dîren Yûrtsever