Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket 2021-03-24 09:00:57 WAN - Malbata nivîskar Şemsettîn Ozer ê 27 sal in girtî ye û bi nexweşîna penceşêrê re têdikoşe got: “Em dixwazin tavilê were berdan.”  Şemsettîn Ozer (53) li Girtîgeha Bafrya ya Tîpa T tê ragirtin. 3 meh berê ji ber nikaribû nefesê hilde wî radikin revîra girtîgehê. Rewşa wî giran dibe û li ser vê yekê radikin Nexweşxaneya Samsûnê yê Perwerdehiyê û Lêkolînê. Piştî hin tetkîkan wî paş de dişînin girtîgehê. Du roj berê raporên Ozer ji nexweşxaneyê hatin û derket holê ku bi penceşêra qirikê ketiye.    BANGA MALBATÊ    Malbata Ozer derbarê rewşa lawê xwe de agahî da. Malbatê diyar kir ku nêzî mehekê ye Ozer ji ber vîrûsa koronayê di karantînayê de ye û ew di wî halî de ye nikare bi tena serê xwe bimîne. Malbatê anî ziman ku rewşa Şemsettîn her roja ku diçe giran dibe û got: “Em dixwazin were berdan. Emrê wî di hefsan de derbas bû. Niha teşhîsa penceşêrê pêre derketiye. Bila berdin em ê li malê dermankirina wî bidomînin.”    27 SAL IN GIRTÎ YE    Şemsettîn Ozer di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digire. Ozer di sala 1995’an de li navçeya Qûbîna Êlihê tê binçavkirin û girtin. Pişt re tê darizandin û bi îdiaya “Yekîtî û tevahiya welat xera kiriye” cezayê heta muebetê û 5 sal lê tê birîn. Ew ewilî di Girtîgeha Êlihê de tê ragirtin. Pişt re li girtîgehên Sêrt, Mûş girtî dimîne. Niha jî ew li Girtîgeha Bafrayê girtî ye. Di van 27 salên girtî de ew bi nexweşînên wek mîdeyê, tansiyon, migren û sînuzîtê re rûbirû ye.    Her wiha Ozer di girtîgehê de heta niha pirtûkên bi navê “Felsefe ile kendini arayan insan (Însanê bi felsefeye li xwe digere)” û “Ömrümün 7 günü (7 rojên emrê xwe)” nivîsandiye.    MA / Mujdat Can