Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe 2021-03-24 09:00:55 WAN -  Şengul Marti, anî ziman ku rewşa tenduristiya birayê wî Seyfettîn Marti yê 6 sal in li Girtîgeha Wanê ya Ewlekariya Bilind girtiye, giran dibe û xwest ev îşkence tavilê bi dawî bibe.  Li girtîgehan her ku diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Ji ber pêvajiya pandemiyê, gelek girtiyên nekarin tedawiya xwe bikin, bi rîska mirinê re rû bi rû ne. Seyfettîn Marti yê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê girtiye, yek ji van girtiyên her ku diçe rewşa wan girantir dibeye. Marti yê ji sala 2015’an ve girtiye, nexweşiya FMF a weke “Agirê Akdenîz a Malbatê” (Ailevi Akdeniz Ateşi)  pê re heye. Ji ber vê nexweşiyê Marti gelek caran rakirin nexweşxanê. Ligel vê jî daxwazên bernama Martî nayin qebûl kirin.    KRIZA DIL DERBAS KIR   Xwişka Marti Şengul Marti, derbarê rewşa birayê xwe de axivî û wiha got: “Di pêvajoya pandemiyê de, rewşa birayê min girantir bû. Birayê min ji ber 15 roj pêvajoya karantînayê naxwaze wî bibin nexweşxanê. Gelek caran birayê min sewqî nexweşxanê kirin. Dîsa rapoên wî henen. Lê van raporan ji nedîtî ve tên. Berî çend mehan, birayê min krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxanê. Rêveberiya girtîgehê qet agahî neda me.”    'BILA EV ÎŞKENCE BI DAWÎ BIBE’   Marti, xwest tavilê birayê wê bê berdan û wiha got: “Birayê min û girtiyên din, ji bo ku xizmên wan ne qehirin, zêde behsa binpêkirinên mafan nakin. Em dixwazin derbarê girtiyan de agahiyên zelal bigirin. Di vî warî de em banga hestiyarê li tevahiya raya giştî jî dikin. Girtî terkî tarîtiyê kirine. Em dixwazin hemû girtî bigihin malbatên xwe. Em rojên xweş û azad dixwazin. Êdî bila ev îşkece bi dawî bibe. Ji bo ku tecrîda rabe, birayê min ket greva birçîbûnê de jî. Bila êdî ev binpêkirin rabin.”