Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne 2021-03-24 09:00:54 MÊRDÎN - Derket holê ku li Nisêbînê, di çend salên dawî de, kesên karsaz kirin hedef û hinek di êrişan de jiyana xwe ji dest dan, girêdayî Ocakên AK’ê ne. Komeleya ku di bin navê alîkariyê de xebatên xwe bi rê ve dibe, bûye navenda avabûna komeke çeteyan. Li navçeya Nisêbên a Mêrdînê, di çend salên dawî de, cînayet û êrişên li dijî kesên karsaz ji rojevê dernakeve. Hin mirovên karsaz ên hatin hedef girtin, di êrişan de, bûn qûrbaniyên cînayetan û hin karsazên neçar man ku biçin navçeyê jî rastî, rastî êrişan hatin.    Hinek ji van bûyeran, ji ber lihevnekirina li ser erd rû dan û hinek jî ji ber pirsgirêkên dan û standina di navbera  karsazan de rû dan. Derbarê  van şer û pevçûnên rû dan de, ya herî bal kêş jî ew ku, neyarên hev ji bo ku hev du bikujin, kesên “tetîkkêşên” bi pere bi kar tînin.   ÊRIŞKAR GIRÊDAYÎ OCAKÊN AK’Ê NE    Di bûyera herî dawî ya li navenda navçeyê rû da de, karsazê bi navê Oktay Mûngan roja 10’ê Sibatê rastî êrişa bi çek tê. Mûngan ê di êrişê de bi giranî birîndar dibe, piştî 20 rojan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide. Derbarê êrişê de lêpirsin hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, bi 3 tetîkkêşan re karsaz Ş.B. ê êriş bi van kesan dabû kirin jî hat girtin.      Derket holê ku kesên êriş pêk anîne, di Nûnertiya Nisêbên a Ocakên AK’ê ya bi Ocakên Ulku yên AKP’ê ve girêdayî de dixebitine.   JI 3 BIRAYAN YEK JÎ HAT GIRTIN,    Di endama îtîrafên kesên hatin girtin de, hat tespîtkirin ku ji kesên êriş organîze kirine, yek ji jê endamê komeleyê Kemal Urun ê li Stenbolê dijiye. Urun ê derbarê wî de biryara girtinê hatiye dayîn, hîna jî nehatiye girtin.   Berî cînayeta Mûngan, ji dikandarên navçeyê Metîn U. di Tîrmeha 2011’an de rastî êrişekê hatibû. Di vê êrişê de kesekê di rê de diçû birîndar bibû. Piştre derketibû holê ku êrişkar S. Urun birayê Kemal Urun e. Metîn U., piştî vê bûyerê neçar mabû ku kargeha xwe bigire, lê birayê Kemal Urun S. Urun hîna weke fîrar tê zanîn.   Bûyerek din jî li Stehbolê rû da bû. Karsazê ji Nisêbînê Ahmet Bûlûn di êrişekê de jiyana xwe ji dest da bû. Vê carê birayê Kemal Urun B. Urun ev êriş pêk anî bû. B. Urun wê demê hatibû girtin û şandin girtîgehê.    Kesên têkiliya wan bi Ocakên AK re hene, çawan dibe ku karsazan hedef bigirin û êrişan li dijî wan pêk bînin. Di heman demê de, hin pismanên Urun, cihê xwe di rêveberiya vê komeleyê de digirin.    BI RAYEDARÊN DEWLETÊ RE XWE NÎŞAN DIDIN    Ev komeleya ku dibin navê “alîkariyê de” xebatên xwe bi rêve dibe, li bajer weke ku bûye navenda avakirina  koma çeteyan. Ocakên AK ên di sala 2014’an de li Enqerê hat avakirin, piştî sala 2018’an de li Mêrdînê û Nisêbînê nûnertiya xwe vekir. Dûre Kemal Urun ê li bajêr bi kar û xebatên xwe yên mafya tê naskirin, weke “miroveke xêrxwaz” hat behskirin.      Rêveberên komeleyê piştî ku bi wêyên xwe yên bi Serokşêwirmendên Serokkomariyê, Qeymeqamtiya Navçeyê, Midurê Polîsan ê Navçeyê, rêveberên AKP’ê û fermandarên eskerî re xwe nîşan dan, herî dawî bi Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû yê navçe ziyaret kir re jî li kêleke hev wêne kişandin.