Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir 2021-03-23 14:17:28   STENBOL - Girtiyên li Girtîgehên Silîvrî û Edîrneyê ku bi riya malbatên xwe binpêkirinên mafan ragihandin, banga hestiyariyê li raya giştî kirin û wiha gotin: “Tiştek were serê me, rêveberiya girtîgehê berpirsyar e.”   Abdurrahman Yazol ê li Girtîgeha Silîvriyê ya Jimara 5'an dim^ne û Enver Baysal ê li Girtîgeha Edîrneyê Tîpa F dimîne di hevdîtinên telefonê yên bi malbata xwe re kirin de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ragihandin.    Enver Baysal ê li Girtîgeha Edîrneyê dimîne diyar kir ku duh ser qawişên wan de hatiye girtin û wiha got: “Em bi darê zorê ji odeya me derxistin. Bi erdê re kişandin û birin. Heta êvarî em xistin odeyeke din. Ne nivîn ne tu tişt nedan me.”   ‘EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN’   Baysal da zanîn ku wê li dijî êrişan li ber xwe bidin û wiha axivî: “Her tim zêxtên wisa li me dikin. Niha ji 10’an zêdetir hevalên me di hucreyê de ne, hemû hevalên me yên tên dikin hucreyan de. Lê her heval li ber xwe dide, em ê berxwedana xwe bidomînin. Dixwazin vîna me bişkînin lê qet nikarin serbikevin. Ji ber ku gelek li me dan em hêj westandî ne. Lê em baş in, moralê me baş e, em berxwedana xwe bidomînin. Heval li dijî van bêhiqûqiyan di nava berxwedaneke mezin de ne.”   ‘PROVAKASYON TÊN KIRIN’   Abdurrahman Yazol ê li Girtîgeha Silîvriyê dimîne jî diyar kir ku zextên li girtîgehê her ku diçe digihe asta tecrîdê. Yazol anî ziman ku di girtîgehê de tu maf û qanûn nayên nasîn û wiha axivî: “Dibe ku zexteke fîzîkî nebe lê tundiya psikolojik sînorên îşkenceyê derbas kirin. 2 meh û nîve nameya min 2-3 carin tê û diçe lê negihişt destê min. Daxwaznameyên me nagihin tu deran. Bi heqaretan tên ser me. Dixwazin me provoke bikin. Êrîş dikin, gefan dixwin. Her roj bi gardiyanên nijadperest dixwazin me bikişînin nava gengeşiyê. Ev jî bi gardiyanan bi sînor e.”   ‘TIŞTEK BIBE RÊVEBERÎ BERPIRSYAR E’   Yazol destnîşan kir ku tiştên tên kirin polîtîkayên zanebûn ên rêveberiyê ne û wiha got: “Ewlehiya canê me nîne. Derbarê vê yekê de serî li her derê bidin. Di vî alî de dibe ku tiştên cuda li vir pêk bên. Tiştek were serê me, rêveberiya girtîgehê berpirsyar e. Ji parêzerên me re jî bêjin. Binpêkirinên mafan gihiştine asta faşîzmê. Ji parêzerên me re jî bêjin. Xwedî li me derkevin.”