Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin 2021-03-23 13:55:34   WAN - Endama Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê Rojbîn Sevîl Çetîn a bi îşkenceyê polîsan re rûbirÛ mabû û hatibû girtin dîsa nehat berdan.    Danişîna 5’emîn a doza Endama Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê Rojbîn Sevîl Çetîn a bi îşkenceya kuçikan a polîsan hatibû binçavkirin û girtin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Çetîn ji ber tevli xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bûye bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin. Çetîn ji girtîgeha lê girtî ye bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Çetîn, Ekîn Yeter û Muhammed Oner beşdarî danişînê bûn. Bi hêceta pandemiyê dadgehê destûr neda rêveberên HDP’ê û aktîvîstênTJA’yê dozê bişopînin.    Çetîn di parastina xwe de anî ziman ku xebatên wê hemû xebatên legal û siyasî ne, îlegalîzekirina xebatên wê nayê qebûlkirin û xwest were berdan.    Parêzeran jî xwest miwekîla wan were berdna.    Şandeya dadgehê daxwaza berdanê red kir û ji bo kêmasiyên dosyeyê temam bibin danişînê taloqî 17’ê hezîranê kir.