Gergerlîoglû serî li AYM'ê da 2021-03-23 12:36:08   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku parlamenteriya wî hat xistin, bi daxwaza betalkirina biryara derbarê xistina parlamenteriya xwe de serî li AYM’ê da.    Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku parlamenteriya wî hat xistin, bi daxwaza betalkirina biryara derbarê xistina parlamenteriya xwe de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Beriya serlêdanê Omer Farûk Gergerlîoglû, bi beşdariya Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû û parêzerên xwe li Parqa Ahlatlıbel a li hemberî AYM’ê daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de Gergerlîoglû, diyar kir ku li gel ku sûce wî tuneye jî bi lîstikan parlamenteriya wî hatiye xistin û xwest ku herkes vê neheqiya li hemberî wî bibîne û ji ber neparastina vîna gel banga îstifakirinê li Serokê Meclisê Mûstafa Şentop kir.    Gergerlîoglû, ji bo serlêdana ku kirin jî got ku ew li benda biryareke adîlane ne û mafê xwe ji AYM’ê dixwaze.