Li Edeneyê 4 kes hatin girtin 2021-03-23 12:17:57   EDENE - Ji 15 kesên li Edeneyê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, 4 jê hatin girtin.   Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê birêvedibir de 19’ê Adarê di serdegirtina malan de 15 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin piştî kirariyên wan ên Miduriyeta Polîsan a Edeneyê îro sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin. 15 kesên ku dozger îfadeya wan girt bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Edeneyê kir. Şandeya dadgehê 4 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirinê” girtin û şandin girtîgehê. Şandeyê 2 kes bi cezayê “hefsa malê” û 9 kes jî bi şertê kontrola edlî berdan.   7 kesên polîsan di Newroza Edeneyê de binçavkirin jî 3 roj in li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê tên girtin.