Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake 2021-03-23 09:09:48 ENQERE - Parlementera Sinn Féin Michelle Gildernew, bang li raya navneteweyî kir ku li dijî biryara derbarê girtina HDP'ê de serî rake û bêdengiya Unite the Union, Britanya û YE'yê jî rexne kir.  Em derbarê doza derheqê girtina HDP'ê de bi Sekreterê Giştî yê Unite the Union Tony Burke, Sekretera Giştî yê ASLEF Mick Whelan, Parlementera Sinn Féin Michelle Gildernew, Endamê Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropayê Andrej Hunko û Endam Meclîsa Parlementeran a Konseya Swîsreyê Rémy Pagani re axivîn.    'AKP DIXWAZE MUXALEFETÊ TUNE BIKE'    Tony Burke, destnîşan kir ku doza derbarê HDP'ê de êrîşa li ser demokrasiyê ye û got: "Hikûmeta AKP-MHP'ê, dixwaze muxalefetê bi temamî tune bike. Em Unite the Union, li cem sendîkayên Tirkiyeyê û hevrêyên xwe yên HDP'î ne. Em ê li ber van êrîşên li ser demokrasiyê rabin."    BÊDENGIYA BRÎTANYA Û YE'YÊ    Burke, anî ziman ku divê hikûmeta Brîtanyayê û Yekîtiya Ewropayê jî bersiveke tund bide van êrîşan û got: "Divê li Tirkiyey peymaneke bazirganiyê jî îmze nekin. Îngîltere, divê bi tu welatên ku mafên mirovan û mafên karkeran naparêze peymaneke bazirganiyê neke." Burke, bilêv kir ku daraza Tirkiyeyê ne serbixwe ye û betalkirina parlementeriya parlementeran jî bi telîmatê tê kirin. Burke, destnîşan kir ku îqtidar bi welatiyên xwe re şer dike.    Mick Whelan jî bibîr xist ku HDP, endam hevpar ê Partiya Sosyalîstan e ku navenda wê li Brukselê ye û got: "HDP, di hevdîtinên aştiyê de yên di navbera PKK û îqtidara AKP'ê de bi awayekî çalak cih girtiye. Di hilbijartinê herêmî de bajarên mezin ji dest hikûmeta AKP'ê çûn û bi pandemiyê re bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû maye. Niha jî bi awayekî hovane êrîşan dibe ser HDP'ê."    BANGAWAZΠ   Whelan ku got "AKP'ê li dijî kurdan û kêmarên din ên li Tirkiyeyê şerekî hovane daye destpêkirin" destnîşan kir ku divê hemû kesên baweriya xwe bi siyaseta azad, demokratîk û piralî tînin li ber van êrîşan rabin. Whelan got: "Ji ber vê em bang li Wezîrê Karên Derve yê Îngîltereyê Dominic Raab dikin ku Hikûmeta Komara Tirkiyeyê şermezar bike."    PIŞTEVANΠ   Andrej Hunko jî got: "Ez piştevaniya xwe ya ji bo Omer Farûk grgerlîoglû û HDP'ê radigihînim. Bang li Yeîtiya Ewropayê û Hikûmeta Alman dikim ku piştgiriya ji bo Erdogan betal bikin û li dijî êrîşên li ser muxalifên Tirkiyeyê îqtidara AKP'ê şermezar bikin."    Rémy Pagani jî got: "Serokomar Erdogan, bi rejîma dîktatoriyê êrîşî muxalifan dike. Ev yek me hêrs dike. Wekî berê niha jî piştgiriyê didim HDP'ê û ez bi têkoşîna wan re me."    ‘DIVÊ ÊRÎŞKARÎ BÊ AŞKEREKIRIN'    Michelle Gildernew jî destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî li dijî hewldanên ji bo girtina HDP'ê serî rake. Gildernew got: "Nûçeyên derbarê girtina HDP'ê de cihên fikara ne. Ev, êrîşeke mezin e li dijî demokrasî û nûnerên gelê kurd. Civaka navneteweyî divê demokrasiyê biparêze û vê êrîşkariya tikr aşkere bike. Ji bo aştiyê divê Tirkiye pêwendiyeke samîmî û watedar bi HDP'ê û komên din ên kêmar re deyne."    MA / Gozde Çagri Ozkose - Berna Kîşîn