Li gundên Rihayê pîrozbahiyên Newrozê didomin 2021-03-22 15:52:32   RIHA – Li gundên navçeyên Bêrecûk û Xalfetî yên Rihayê agirê Newrozê bi çoşeke mezin hat pêxistin.    Duh li navenda Rihayê agirê Newrozê hatibû pêxistin û bi hezaran kesî li ber vî agirê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan silav kiribûn. Piştî navenda Rihayê îro li gundên navçeyên wê Bêrecûk û Xalfetiyê jî agirê Newrozê hat danan û bi çoşeke mezin hat pîrozkirin.    XALEFETÎ   Li gundên Goga), Çeqelan, Derto, Bazûr û Nûxrutê yên navçeya Xalfetiyê bi sedan ciwan hatin gel hev û agirê Newrozê dadan. Ciwanan li dora agirê Newrozê dûrişmeya "Bijî Serok Apo" govend gerandin. Ciwanên ku xwe di ser agirê Newrozê de avêtin û kevneşopiya Newrozê domandin, pîrozbahiya wan bi saetan berdewam kir.    BÊRECÛK   Li navçeya Bêrecûkê jî ciwan li gundên Sorik, Çîftlîk û Yeşîldag li hev civiyan û agirê Newrozê dadan. Ciwanên ku li dora agirê Newrozê govendê gerandin, bi dûrişmeya bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan derketin.