Rojnameyên Tirkiyeyê Newroz nedîtin 2021-03-22 09:35:23 AMED - Gelê Kurd, di 20-21'ê Adarê de li 60 navendan bi tevlêbûna milyonan cejna Newrozê bi coşek mezin pîroz kir. Lê îro rojnameyên Tirkiyeyê yên girêdayî hikûmet û îqtîdarê ne, coş û girseya ku duh daket qadan û daxwazên xwe anîn ziman nedîtin. Rojnameya Welat bi sernavê "Hemû Newroz ji bo Ocalan" û Yenî Yaşam jî bi manşeta "Newroza  Azadiyê (Özgürlük Newrozu)" derket.    Gelê Kurd di 20-21'ê Adarê de di serî de li Amed, Wan, Stenbol, Nisêbîn, Cizîr û Êlihê bi giştî li 60 navendan bi tevlêbûna milyonan kesan agir geş kirin û Cejna Newrozê pîroz kirin. Li Stenbol, Îzmir, Amed, Wan û Êlihê bi sed hezaran kurd herikîn qadan û Newroz pîroz kirin. Dîsa li Nisêbîn, Cizîr, Gever, Bazîd, Sêrtê û bajarên din bi tevlêbûna deh hezaran Kurd daketin qadan û li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li dijî zextên li ser HDP'ê û li dijî vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbole bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman. Bi milyonan gelê Kurd li 60 navendan daketin qadan û bertekên xwe yên li dijî polîtîkayên înkar, îmha û tunekirinê anîn ziman. Li gel rewşa şewba vîrûsa corona dîsa gel tedbirên xwe girtin û daketin qadan. Di hemû pîrozbahiyên Newrozê de milyonên ku daketin qadê ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşm berz kirin û azadiya Ocalan xwestin. Lê rojnameyên girêdayî hikûmet û îqtîdarê ku bi dehan salin li Tirkiye weşanê dikin, cejna Newrozê ku bi milyonan kes beşdar bûn nedîtin. Yên dîtin jî bi awayekî rexneyî û tawanbar dîtin. Yek rojnameyê jî daxwazên milyonan ên li qadê neditin.    AN NEDÎTIN AN JÎ WEKÎ 'NEVRUZ' DÎTIN   Rojnameya Hurriyetê rewşa Vîrûsa Corona (Covît-19) derxist pêş û bi manşeta "Tenê cihê şîn Şirnex ma (Tek mavî yer Şirnak kaldı) û belavbûna şewba vîrûsê derxist pêş. Rojnameyê cihekî pir biçûk da  pîrozbahiyê û wekî îlegal nîşan da. Rojnameyê bi sernavekî biçûk li jêra rûpelê bi sernavê "Di Nevrûzê de posterê Ocalan (Nevruzda Ocalan posterî)" nûçe da. Rojnameyê Newroz wekî "Nevruz" da û posterê Ocalan jî wekî "Qedexe" nîşan da.    Rojnameya Sabahê, qet pîrozbahiya Newrozê nedît. Rojnameya Sabahê bi manşeta "Dewletê mezin kir da xwendin û kir bûk (Devlet büyüttü, okuttu, gelin etti)" derket û pesnê dewlete da. Rojnameyê cih da binçavkirina Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu û helwesta wî ya li dijî binçavkirinê jî wekî "Şova terorê" pênase kir.    Rojnameya Sozcu pîrozbahiya Newrozê nedît. Sozcu jî reformên AKP'ê û helwesta Rektorê qeyûm rexne kir û bi sernavê "Ji Rektor ji bo Serokê YOK'ê Jesta Mizgeftê (Rektorden YOK Başkanına Camî Jestî)" derket.    Rojnameya Cumhuriyetê jî qet cih neda pîrozbahiya Newrozê. Rojnameya Cumhuriyetê binçavkirina Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu derxist pêş û bi sernavê "Wekî Îspanyaya Franco ye (Franco İspanyası gibi)" helwesta binçavkirinê rexne kir.    Rojnameya Yenî Şafakê jî qet pîrozbahiya Newrozê nedît. Rojnameya Yenî Şafakê helwesta Banka  Navendî rexne kir û bi manşeta "Erkek mezin dikeve ser milê Wezîrên Cemaweriyê (Kamu Bakanlarına Büyük Görev)" derket. Rojnameyê helwesta  Bankê rexne kir.    Rojnameya Karar tenê bi sernavekî biçûk pirozbahiya Newrozê dît. Rojname bi sernavê "Wê demê lezgîniya we çi bû (O zaman aceleniz neydi)" helwesta mudaxaleya Banka Navendî rexne kir. Rojnameyê Newroz wekî "Nevruz" nivîsand. Dîsa beşdarbûna milyonan û daxwazê milyonan nedît.    Rojnameya  Milliyet jî bi sernavê "Çeteyên hov (Vahşet Cetesi)" derket û bal kişand ser çeteyek ku zarokan ji Sûriye tîne Stenbolê û bi pereyan dide xebitandin. Rojnameyê bi sernavekî biçûk cih da pîrozbahiya Newrozê û wekî "Nevruz" nivîsand.    NEWROZA AZADIYÊ    Rojnameya Welat bi sernavê "Hemû Newroz ji bo Ocalan" derket. Rojnameya Welat di rûpela manşetê de tenê wêneyê qada Newroza Amedê da û Newroza Amedê derxist pêş. Rojnameya Yenî Yaşam jî bi manşeta "Newroza  Azadiyê (Özgürlük Newrozu)" derket. Rojnameyê di rûpelê de diyar kir ku bi milyonan bersîv da tecrîd, daxwaza girtina HDP'ê û vekişandina Peymana Stenbolê.