Foza Yûsif: Divê rêxistinên Kurdistanî bibin yek 2021-03-21 19:25:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif tevlî pîrozbahiya Newrozê ya Dêrika bû û bang li rêxistinên Kurdistanî kir ku bibin yek.   Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deh hezaran kes li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin. Li Derikê jî bi deh hezaran kesan Newroz pîroz kirin. Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif, di pîrozbahiyê Dêrikê de axivî û Newroz li gelê çar parçeyên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û gelên azadîxwaz pîroz kir. Yûsif, anî ziman ku bi serbilindî vê rojê li Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin û wiha got: "Newroza 2021’an Newroza gelên bindest e.”   Foza diyar kir ku li ser vê xakê bi saya Rêveberiya Xweser, li dijî faşîzm û dagirkeriyê li ber xwe didin. Foza bal kişand ser serhildana hêzên gerîla ya li çiyayên Kurdistanê, serhildana YPG/YPJ’ê li eniyên şer û serhildana girtiyan a li zîndanên faşîstan û gelê ku ji bo azadiyê têdikoşe.   Foza Yûsif destnîşan kir ku gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê careke din li ser vê xakê li dijî faşîzm û dagirkeriyê serî hilda û wiha dewam kir: “Em ji dijmin re dibêjin, bi destgîr kirina siyasetmedaran û înkarkirina gelê Kurd û bi dawîkirina dan û standinan, tu wê nikaribî îradeya me bişkênî. Divê hikumeta Şamê îradeya vî gelî nas bike, mafên gelê Kurd û gelên herêmê bipejirîne û di destûra Sûriyê de misoger bike. Divê ev gelê berxwedêr di Sûriyeya pêşerojê de xwedî biryar û nêrîn be.”   Foza Yûsif bi bîr xist ku siyaseta nîjadperestî û paşverûtiyê Sûriyeyê ber bi aloziyeke nû ve dibe. Her wiha bal kişand ser girîngiya avakirina Sûriya pêşerojê ya azad, demokratîk û li ser esasê demokrasî û Rêveberiya Xweser.   YEKITIYA NETEWEYÎ   Foza Yûsif da zanîn ku îro roja yekitiya neteweyî ye û wiha dewam kir: “Divê rêxistinên Kurdî li hemû parçeyên Kurdistanê daxwazên gelê Kurd ên yek kirina refa Kurdî pêk bînin, bi pey lîstok û komployên dijminan nekevin. Divê em bibin yek û xwe wekî hêzekê li ser dijminên xwe ferz bikin.”   Yusif, li ser xeteriyên li dijî yekîtiyê jî rawestiya û got: “Hevkariya bi dijmin û dagirkeran re gef û xetereyeke mezin e li ser yekitiya neteweyî û ji ber vê divê her kes li hemberî gel bi berpirsyar be û berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk bîne.”   Foza Yûsif teqez kir ku bi îrade û israrê ew ê Newroza 2021’an bikin Newroza gelan, Rêveberiya Xweser û jinan û wiha got: “Gelê Kurd mizgîniyê dide gelên Rojhilata Navîn ku em ê li ser vê xakê jiyaneke azad û bi rûmet bidomînin. Ev biryara me ye heta dawiyê ye. Newroz, Newroza Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di greva birçîbûnê de ye. Em Newroz li şervanên QSD, YPG/YPJ’ê û li çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin."    LI GELEK NAVENDAN BI DEH HEZARAN KOM BÛN    Bi deh hezaran kes li Kobanê bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeran têk bibin" piroz kirin. Pîrozbahiya li Kobanê li qada daristanî ya li rojavayê bajêr pêk hat. Ji Kurd, Ereb, Suryanî bi hezaran kesên ji pêkhateyên herêmê tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de ku beşdar bi kincên xwe yên neteweyî tevlî bûn, komên çand û hunerê yên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xidor ya Kobanê hunera xwe pêşkêş kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji roja Şemiyê ve tevî 1100 endamên xwe li qadê tedbîrên ewlekariyê wergirtin. Li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê jî pîrozbahiyê li gundê Heliqê dest pê kir. Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin. Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê li bendava Borzê ya li bakurrojhilatê navçeyê li hev kom bûn. Pîrozbahiya li Dirbêsiyê jî li navenda navçeyê bi pêxistina meşaleya Newrozê dest pê kir. Li Tirbespiyê jî bi hezaran kes li bendava Mizeftê ya li bakurrojhilatê navenda navçeyê li hev kom bûn.